AKP'ê di serdema desthilatdariya xwe de; ti caran dev ji şerê taybet ber nada. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 21’ê Adara 2013'an de li ser lihevkirina du aliyan agirbestek ragihand. Ji vê demê û pê ve pevajoya bi navê agirbesta du alî ket rojeva raya Kurdistan û Tirkiyê. AKP qaşo agirbest pejirandiye  tevgeriya. Lê helwesta xwe ya berê politikayên xapandin û mijulkirine didomand ji aliyê din ve jî  bi hemû derfetên xwe şerê taybet xist rojevê.

AKP ti çaran ji bo aşîtiyê û çareseriya nebû xwedî hewildanên taybet. Derfet û fersendên ku Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseri û aştiyê pêşkeş kir,AKP ne ji bo  pirsgirekan çareser bike berovajî ji bo ku şerê taybet pêk bîne û jê sûd bigre bi kar anî.

Li Kurdistanê bi hemû hêza xwe rêkên lêşkerî bê navber dan çêkirin. Bi sedan karakolên leşkerî dan avakirin, yên kevn dan tamirkirin. Dîsa çekirina barajên ji bo armancên leşkerî didomine. Operasiyonên qirkirina çandî û siyasî jî berdewam in.


Dixwazin HDP bibe partîyekî pergalê

AKP û dewlet dixwazin HDP radest bigirin. Ji bo we jî bi hemû rê, rêbaz û amûrên şerê taybet li ser avahiya wê bikar tînin. Çi qas rastiyên wê hene berovajî dikin. Li ser HDP şerekî, derûnî aborî,civakî, çandî û siyasî  dimeşînin.  Erdogan û rayedarên din yên AKP gava ku devên xwe vedikin, HDP bi pistgiriya  « terorê » sûcdar dikin, pişt re jî gefan lê dixwin. Dixwazin ku HDP bibe partiyekî pergalê û li dijî gelê Kurd wekî wan tevbigere. Dîsa ew dixwazin ku HDP ji rabirdû û armencên xwe dûr bikeve di bin serweriya wan de be. Ger ev nabe dibejin "tu kar û barê te li gel me tuneye." Jixwe bi destên nijadperest, netewperestan û nûnerên DAÎŞ'ê erîşan birin ser avahiyên wan, di wan de bomban dan teqandin, bi dehan endamên wan an kuştin an jî birîndar kirin.


Xurtbûna Tevgera Azadî xurtbûna HDP’ê ye

AKP carna bi şewezên nerm nêzikî pirsgirêkan dibe ; ger ti  encaman negirt, ve gavê jî bi dehan tiştan mixatabê xwe sûcdar dike û bi hemû alav û amûrên dîtbar, nedîtbar, bîrdozî ser wî de diçe. Bi destên polisan operasiyonan  pêk tîne û binçav dikin ji wan gelekan jî davêjin girtigehê. HDP di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi serket 80 parlamenter qezenc kir. Ev destkeftî  bê gûman di bin şert û mercen giran de bi keda deh hezaran de pêk hat. Ew parlamentrên ku hatin hilbijartin, wê ji bo safi kirina pirsgirêkan û pêşxistina demokrasiyê hewl bidin. Ji ber ku sedema hebûna HDP  êv e. Gelan ji bo vê dengên xwe dan wê.

Divê HDP li vir hişyar be, ji ber ku di van rojên dawî de gelek nîqaş li ser wê tên kirin. Armanca wan hinekan  HDP ji rê de derxistine. Rast e HDP 80 parlamenter derxist ew yek pir girîng e. Bila li vir neyê jibîrkirin ku hebûna Tevgera Azadiya Gelê Kurd  ji bo HDP’ê piştgiriyeke giring û bingehîn e.

Di dirêjiya şerê şoreşgerî a gel yê 2011-12’an de dewleta Tirk neçar ma ku here ji Rêberê Gelê Kurd lava bike. Li ser vê pevajoya agirbestê du alî dest pê kir. Destkeftiyên îro jî vê pevajoyê tên. Çi qas  tevgera  azadiya gelê Kurd  bi hêz  û rexistin bibe dewleta Tirk bixe zorê. Deste HDP’ê  ev qas xurt bibe.

Di pêşengiya Erdogan de dewlet û AKP agirbest bi dawî kiriye. Dixwazin wekê salên 1990 yî şerê kirêj bidin destpêkirin. Armanc bi rêbazên şerê taybet radest girtina HDP’ê ye û li hemberî PKK’ê derxistine. Divê di serî de HDP û hemû hezên azadîxwaz sekneke berxwêder û tund nîşan bidin. Pir balkêş e ku li Pirsûsê 31 endemên HDP hatin kuştin hîn ser re 3 roj derbaz nebûn, xwîna wan hişk nebû, li hemberî HDP’  li gelek bajaran de operasyoneke dan destpêkirin û bi dehan endemên HDP xistin bin çavan û avêtin zindanan. Recep T.Erdogan bi binketina  xwe ya hilbijartina de û serkeftina HDP napêjirîne dixwaze ji HDP tolê bistîne ji ber vê yek jî erîşê HDP’ê dike. Ew helwesta şerê taybet  nîşan dide ku  AKP vîna hilbijartina 7’ê Heziranê napêjirîne û wê li hemberî HDP şerê taybet berdewam bike.



Îsmaîl GOKSUNGUR