Hevseroka Giştî  ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di koma civîna partiya xwe de axivî û got ji serdanên xwe yên li Kurdistanê û Tirkiyê ew dibînin ku ew ê bi ser kevin. Buldan bal kişand ser pêşwaziya gel a li bajarên û got, “Baweriya bi HDP’ê hingî zehf e meydan, kuçe tije mirov bûn û pêşwaziya me kirin. Ji 7 salî heta bi 70 salî gelê me ji mêj ve ji hilbijartinê re hazir e. Gelê Serhedê rengê xwe diyar e û ew reng HDP ye. Ew reng namzetê me yê Serokkomariyê, birêz Selahattîn Demîrtaş e.” Buldan bal kişande ser dubendiya di atmosfera hilbijartinê de û got, “Li hêlekê tifaqeke rastgir a neteweperest heye û li hêla din jî HDP ya ku temsîla xeta demokratîk dike. AKP û MHP mîna kesê ku ketî avê û destê xwe biavêje kefê ye, xwe bi hev girtine. Tifaqa wan a tirsê ye, bi krîzê hatin wê bi krîzê biçin. Armanc ew e ku temsîla HDP’ê li Meclîsê nebe. Ji bo vê jî di nav xwe de tifaq danîn û li dijî me bend danîn, lê bi hêza gelê xwe em ê van bendan bişikînin.” Destxweşiya partiyên Kurd Buldan li ser hevdîtinên bi partiyên Kurd re, yên ji bo tifaqê jî axivî û got, gelê Kurd ji wan tifaqeke wiha dixwaze û li ser navê HDP’ê malavahiya rêveberên wan partiyên Kurd kir. Buldan bi dewamî bal kişand ser rewşa rehînbûna namzetê wan ê Serokkomariyê Demîrtaş û got, ‘’Polîtîkaya rehînkirinê ya li dijî Demîrtaş, di şexsê Demîrtaş de li dijî milyonan kesî ye ku dil û dengê xwe dane HDP’ê.” De ka Demirtaş berdin Buldan her wiha daxwaza azadbûna Demîrtaş kir û got, “Piştî ku namzetiya Serokkomariyê ya Birêz Demîrtaş teqez bû, divê azad bibe, û bi hilbijêrên xwe re, mil bi mil vê pêvajoyê temam bike. Heke hûn bi xwe bawer in, heke hûn natirsin, Birêz Demîrtaş berdin, bila derkeve meydanan û pê re bikevin pêşbaziyê.” Manîfestoya nemana AKP´ê Buldan  li ser xwedêgiravî ‘manîfestoya’ Serokê AKP’ê Tayyîp Erogan jî got, “Manîfestoya AKP’ê tam manifestoya têkçûn û nemanê ye”. Buldan bal kişand ser dijminatiya Erdogan û AKP’ê ya li dijî Kurdan, qirrkirina li Roboskê, Efrînê, Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Geverê, dijminatiya Erdogan a li dijî Başûrê Kurdistanê ya dema referandûmê jî bi bîr xist û got, Kurdan ev ji bîr nekirine û 24’ê Hezîranê wê bersiva vê dijminatiyê bidin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan herî dawî got, “Bêyî HDP’ê parlamen nabe, li Tirkiyê demokrasi nabe. Em jiyaneke birûmet, wekhev û azad datînin holê. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax bigerin û xebatan bikin. Em ê bi giyanê 7’ê Hezîranê, 24’ê Hezîranê bi serfiraziya demokrasiye tacîdar bikin.” ENQERE