Li Qersê, Kurd, Tirk, Terekeme, Azerî, Caferî, Elewî, Sûnî hemû welatî bi hev re dijîn. Hem bername, hem jî namzetên HDP’ê li vê rewşa civakî tên. Namzetên HDP’ê yên Qersê Ayhan Bîlgen, Arzû Moco û Bişar Abdî Alinak ji Qersê ne û rewşa civakî ya Qersê baş zanin. Namzetê rêza yekemîn ê Qersê Ayhan Bîlgen di nava siyaseta Kurd de kesayetekî naskirî ye. Sala 1970’yî li navçeya Sarikamiş a Qersê ji dayik bû. Li Zanîngeha Enqereyê ji Rêveberiya Cemaweriyê ya Fakulteya Zanyariyên Siyasî mezûn bû. Li Zanîngeha Hacettepeyê di beşa civaknasiyê de lîsansa xwe ya bilind kir. Tevî Serokatiya Giştî ya Mazlûm-Derê demeke dirêj rojnamevanî, nivîskarî kir. Sala 2015’an li Qersê bû parlamenter. Ew wextekî dîl hate girtin. Soza jiyana azad Bîlgen da xuyakirin ku HDP jiyana bi hev re ya hemû ziman û baweriyan diparêze û got, “Rewşa civakî ya Qersê û rastiya HDP’ê li hev tên. Li Qersê baweriyên cuda hene; Caferî, Sûnî, Elewî, Terekeme, Kurd, Tirkmen bi hev re dijîn. Ji bo bajarê em bi hev re lê dijîn, ji bo welatekî azad, ji bo Tirkiyeyeke azad ez ji HDP’ê namzet im.” Pêşî Erdexan niha jî Qers Namzeta rêza duyemîn a HDP’ê Arzû Moco jî di nava partiyên siyasî yên Kurd de heta niha gelek wezîfeyên cuda kirine. Moco ku li Qersê ji dayik bûye, dibistanên xwe yên seretayî û navîn li Qersê xwend û li Zanîngeha Firatê ji beşa Komputerê mezûn bû. Moco di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji Erdexenayê namzeta HDP’ê bû. Moco bal kişand ser siyaseta azadkirina jinê û got, “HDP her wiha partiyeke jinan e. 230 namzetên me yên jin hene. Sîstema me ya hevserokatiyê tawîzê ji temsîliyeta wekhev nade. Me tifaq bi gelê xwe re kir. Bi kurtasî, rêya derketina ji vê atmosfera tarî, HDP bi xwe ye, lewma ji HDP’ê bûm namzet.” Hiqûqnasê Ciwan Alinak Namzetê rêza sêyemîn ê HDP’ê yê Qersê parêzer Bişar Abdî Alinak e. Sala 1983’an li navçeya Dîgor a Qersê ji dayik bû, piştî ku Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yakindogû qedand dest bi parêzeriyê kir. Alinak ji bo namzetiya xwe got, “HDP partiya azadiyan e. Ji tenduristiyê heta aborî û perwerdeyê, bi perspektîfên jiyana azad çareseriyê diafirîne. Min bi ve yekê bawer kir, lewma di nava HDP’ê de me.”  ANF/QERS