Beriya hilbijartinan li ser rêjeya HDP´ê gelek spekulasyon hatin kirin, tevî êrîş û hemû neheqiyan, HDP´ê hem ev spekulasyon pûç kirin û hem jî bû hêzeke xurt a di parlemana Tirkiyeyê de.  Bi 6 mîlyon û 52 hezar dengan HDP´ê benda % 10´ê herifand û xwe gihand rêjeya % 13.1´ê dengan û karîbû 80 parlemanteran bişîne meclîsa li Enqerê.

Cografya Kurdistanê ji aştî û demokrasiyê re got erê. Devera ku li Bakurê Kurdistanê HDP´ê dengê xwe gelekî zêde nekir nebû. Li bajarên Erdexan û Qersê HDP yekem car bû partiya yekem. HDP’ê li Qersê bi % 44,56´ê dengan 2 wekîl derxistin. Li Erdexanê jî HDP’ê bi % 31,37´ê wekîlek derxist û li herdu bajaran jî bi navbereke eşkere da pêşiya AKP’ê.




Li van bajaran bi tenê HDP heye


HDP’ê li bajarên Îdir, Şirnex, Colemêrg, Dêrsim û Agiriyê jî hêjmara dengê xwe du qat kir û hemû wekîlên van bajaran bi dest xistin. HDP’ê li Colemêrgê ji sedî 87.7 û 3 wekîl, li Îdirê ji sedî 55.94 û 2 wekîl, li Şirnexê ji sedi 83.93 û 4 wekîl, li Dêrsimê ji sedî 60.06 û 2 wekîl, li Agiriyê ji sedî 76.94 û 4 wekîl bûn ên HDP´ê. 



AKP jî çû cem yên din

Hikûmeta AKP’ê ya ku bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên wek “yek al, yek netew, yek ziman, yek dewlet...” nêzîkî gel bû, li gelek bajarên Kurdistanê têk çû û hema hema tevahiya hêza xwe ji dest da. Li Amedê HDP’ê ji sedî 77.75 rêjeya dengan û bi 640 hezar dengan 10 wekîl derxistin û AKP´ê bi tenê karîbû wekîlekî bide hilbijartin. Li Wanê ji sedî 73,52 rêje û bi 369.988 dengan 7 wekîl,  AKP´ê 1 wekîl, li Mêrdînê ji sedî 72,09 rêjeyê û 278.660 dengan HDP´ê 5 wekîl û AKP 1 wekîl, li Êlihê ji sedî 71,22 rêjeyê û bi 191.909 dengan  HDP´ê 3 wekîl û AKP 1, li Bêdlisê ji sedî 59,47 rêjeyê û bi 93.815 dengan 2 wekîl, li Mûşê ji sedî 70,20 rêjeyê û bi 138.769 dengan HDP´ê 2 wekîl, li Sêrtê ji sedî 64,79 rêjeyê û bi 94.021 dengan HDP´ê 2 wekîl şandin meclîsê û bi awayekî eşkere AKP li van bajaran bû partiyeke marjînal û Kurdan ew şand sergoya partiyên din ên înkarker û îmhaker.


Derî li siyaseta Kurdî vebû

Ji bilî vê HDP´ê li bajarê Rihayê bi bi % 38´ê dengan HDP´ 5 parlemanter bi dest xistin, li Dîlokê bi HDP’ê ji sedî 15,52 dengan bi dest xistin û 2 parlemanter bi destxistin, li Semsûrê jî bi % 22´yê dengan parlemanterek bi dest xist. Ji bilî vê li Eryromê bi %17´ê dengan hilbijartina parlemanterekê ji lîsteya HDP´ê û li Çewligê bi dest xistina % 40,53´ê dengan û hilbijartina parlemanterekî ji bo HDP´ê bereyeke din a serketinê ye.


Tifaqa demokrasiyê bi ser ket

HDP’ê li Stenbol û Îzmirê jî bi reng û nasnameyên cuda xitabî gel kir û benda hilbijartinê bi erdê re kir yek. HDP’ê li van bajarên Tirkiyeyê dengê xwe 2 qatan zêde kir. HDP’ê li Stenbolê ji sedî 12.60 rêje û 1 milyon û 68 hezar û 808 deng wergirt û 11 wekîl bi dest xistin. Li Îzmirê jî HDP’ê ji sedî 10.54 dengan û 2 wekîl bi dest xistin. Li Antalyayê ji sedî 7.23, li Kocaeliyê ji sedî 7.66, li Enqereyê ji sedî 5.51 li Bûrsayê ji sedî 5.81 deng herikîn nava refên HDP´ê û van bajaran heryekî wekîlek da HDP´ê.




Rekor a Elbakê bû: % 97.5
Di nava navçeyan de ku lê rêjeya herî bilind a dengan bi dest xist navçeya Wanê Elbak bû; wê bi rêjeya ji sedî 97.5´ê dengan rekor şikand. Li HDP’ê 26 hezar û AKP’ê jî bi tenê 320 deng wergirtin. 


 AMED