Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, têkildarî encamên hilbijartinê got, “HDP’ê bi stratejiya xwe çarenûsa Tirkiyeyê ya 15 salan guhert.”

Temel bi bîr xist ku AKP-MHP´ê kampanya hilbijartinê weke dagirkirinê birêve biriye û got, “Di serkeftina Enqere, Stenbolê, Edene û Mêrsînê û bajarên din de para HDP’ê zêde bû. Gelên Tirkiyeyê bi vê dizanin. AKP-MHP jî bi vê yekê baş dizane. Bi rêbazên qirêj hin navendên HDP’ê bi dest xistin, lê HDP’ê jî bi stratejiya xwe ya siyasî û pênagava xwe çarenûsa Tirkiyeyê ya 15 salan guhert.”

 

NAVENDANÛÇEYAN