HDP’ê bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Elî Celadet Bedîrxan daxuyaniyek da û ev tişt got: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman em Celadet Alî Bedîrxan bi rêzdarî bi bîr tînin.” Berdevka Komîsyona Huner, Çand, Werzîş û Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Sevtap Akdağ, bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Celadet Alî Bedîrxan daxuyaniyeke nivîskî da. Akdag, diyar kir ku Elî Celadet Bedîrxan li pey xwe mîrateyeke mezin hiştiye û got, “Ji ber vê yekê em di salvegera 69’emîn mirina wî de Elî Celadet Bedîrxan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hewarê derxistiye û ronakbirên kurd ên mîna Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Nurettîn Zaza, Qedrîcan û Cegerxwîn gihandiye hev. Emrê xwe ji bo pêşxistina zimanê kurdî bexşand. Ji bilî derxistina kovarê ji bo standartîzasyon û pêşxistinê kurdî jî bingeke baş ava kir. Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman, di şexsê Celadet Alî Bedîrxan de hemû kesayetên Kurd  bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji mîrateya wan fêm bikin û bigihînin nifşên nû.” AMED