
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hevserokên xwe yên girtî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, û ji bo parlamenter Îdrîs Balûken miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) kir.
Heyeta ji Cîgira Serokê Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Alîkarê Hevserokên Giştî Sarûhan Olûç, parlamenter Mîthat Sancar, Ertûgrûl Kurkçu û Osman Baydemîr û parêzvana mafên mirovan parêzer Reyhan Yalçindag pêk tê, îro çû DMME´yê û dosya miracaetê bi xwe teslîm kir.
Endamên heyeta HDP’ê, piştî miracaetê bi wêneyên parlamenterên girtî derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyanî dan. Endamên heyetê diyar kirin ku wan beriya niha miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû, lê dadgehê pêwîstî pê nedît ku miracaeta wan lêkole.
Di destpêkê de parêzer Reyhan Yalçindag axivî û diyar kir ku tevî ku li dijî hiqûqa navxweyî, feraseta DMME´yê û protokola 1. a lêzêdekirî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê, parlamenterên HDP’ê hê bi rengekî girtî tên dadgehkirin. Yalçindag anî ziman ku wan di nava 95 rojan de ku parlamenter girtî ne, gelek caran îtiraz û miracaet kirine û ji ber ku ev hemû hatine redkirin, ew niha li DMME´yê ne.
Yalçindag destnîşan kir ku mafê hilbijêrî û hilbijartinê, mafên şexs û azadiya ramanê, ku bi Prototkola 1. a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê hatine ewlekirin, ji 4’ê Mijdarê û vir ve bi rengekî giran tên binpêkirin û bi bîr xist ku wan beriya niha jî ji bo girtina tedbîrê serî li DMME´yê dabû.
Yalçindag anî ziman ku wan îro jî ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken miracaet kiriye, lewma Balûken tevî ku dermakirina wî hîna neqediyaye, biryara girtina wî hatiye dayîn.
Yalçindag da zanîn ku wan li ser navê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî miracaet kiriye û got, ji ber ku di nava 95 rojên girtî de hemû miracaetên wan ên îtirazê hatine redkirin, wan îro (doh) miracaetî DMME´yê kiriye. Yalçindag ragihand ku bi miracaetê re wan xwestiye darizandin bi rengekî negirtî bidome.
STRASBOURG