Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş derbarê dûrxistina akademîsyanan ji zanîngehan û tasfiyeyên mamosteyan de ji Komîserê Mafê Mirovan ê NY’ê Zeîd Ra’ad Zeîd El Huseyîn, Komîsera Konseya Mafê Mirovan a Ewrûpayê Nîl Muîznîeks, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpayê birêz Thorbjorn Jagland, Komîsyona Geşedana Komîsyonan a Ewrûpayê Johannes Hahn, Nûnera bilind a Karên Derve yên YE’yê û Polîtîkayên Parastinê Federîca Mogherînî, Serokê AP’ê Martîn Schulz û Raportora Tirkiyeyê yê PE’ ê Katî Pîrî re name şandin.

Di nameyê de hat diyarkirin ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê hikûmet di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê de êrîşî hemû aliyên muxalif dike. Di nameyê de derbarê akademîsyenên ku ji peywirê hatine girtin û mamosteyên Egîtîm Senê yên ji kar hatine derxistin de agahiyên berfireh hatin dayîn. Di nameyê de hevserokan bang li saziyên navneteweyî, aktîvîstên di qada perwerde û sendikayan de, rêxistinên mafê mirovan hat kirin ku ji bo ev pêkanînên otorîter bên rawestandin bikevin nava hewldanan û piştgiriyê bidin akademîsyen û mamosteyan.  


 ENQERE