Stratejiya HDP’ê ya ji bo bidawîkirina rejîma qeyûm û têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê têra xwe serketî bû. Hin bajarên Kurdan ên bi demografiya wan hate lîstin, hatin desteserkirin. Lê li metropolan, derbeke mezin li AKP-MHP’ê hate xistin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 bajarên mezin, 51 bajar, 519 navçeyên bajarê mezin, 403 navçe, hezar 389 şaredar/hevşaredar, her wiha 50 hezar 236 keya hatin hilbijartin.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê, derfetên dewletê hemû û gelek şidet bi kar anî û ji bo hîmê rêveberiyên cihî yên rejîma yekparêz temam bike, xwe amade kir. HDP’ê jî ji bo dawî li rejîma qeyûm bîne û faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe, stratejiyek taybet danî ber xwe. Li dijî zext, zordarî, sansur, operasyonên qirkirina siyasî yên beriya hilbijartinê û dek û dolabên di dema dengdanê de, Kurdistanî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûn ser sindoqan.
Li gorî encamên ne fermî, stratejiya HDP’ê û feraseta hilbijêran li hev hat. Tevî ku HDP’ê li bajarên Şirnex, Dersim, Riha nekarî konsepta taybet a bi zora eskerî hate meşandin ji holê rake jî, ‘rejîma qeyûm’ bi zelalî têk bir, li bajarên diyarker ên Tirkiyeyê jî dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê anî.
Birîn man lê stratejî bi ser ket
Bi biryarnameya di hukmê qanûnan de 11’ê Îlona 2016’an 95 şaredariyên DBP’yî, ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin, 10 jê yên bajaran, 63 navçe û 22 bajarok bûn, bi rêya qeyûman ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatin desteserkirin.
Bi destê qeyûman hiqûqa mêtingeriyê li Kurdistanê hate meşandin. Aliyekî stratejiya HDP’ê dawîanîna li rejîma qeyûm bû. HDP’ê bi vê armancê Tifaqa Kurdistanî ava kir. Di encamê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, navçeyên ku qeyûman ew dagirkirî, Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn û Wanê jî di nav de HDP’ê hin şaredariyên di destê AKP, MHP’ê de jî bi dest xistin. Şaredariyên li bajarên Kurdan bi giranî bi dest xistin. Li bajarên mîna Şirnex û Dersimê ku bi demografiya wan hatiye lîstin û pêkanînên taybet li ser wan hene, HDP’ê encama dixwest bi dest nexist. Bi heman rê û rêbazê navendên Çewlik, Bedlîs û Agirî, Riha û navçeyên wê jî hatin dagirkirin.
Lingê duyemîn ê stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê jî, di serî de metropol li hin bajarên Tirkiyeyê têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê bû. Ev stratejî û feraseta gelê Kurd ê li bajarên Tirkiyeyê bûn yek û encameke girîng bi dest xist. Di serî de metropolên Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Antalya, Stenbol (AKP doh jî dixwest bi dek û dolaban desteser bike) bi dehan bajar û navçeyan, namzetên ku HDP’ê li dijî faşîzmê piştgirî da wan bi ser ketin. Yanî HDP´ê lingekî faşîzmê şikand.
AMED