Berdevkê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, têkildarî bûyerên dawî li Navenda Giştî civîna çapemeniyê pêk anî. Baydemir, bal kişand ser rûniştina doza Pirsûsê û cezakirina parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel.
Baydemîr anî ziman ku geşedanen piştî 7’ê Hezîranê darbe ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin û got: “Ji bo mekanika darbeyê têkeve meriyetê li Pirsûsê komkujî kirin. Raste 15’ê Tîrmehê hewldanek e. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Em ji hemû mirovên ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê û maseya muzakereyan a hikûmetê xera kir jiyana xwe ji dest dan tevan sersaxi dixwazin.
Dozên siyasî ne
Baydemîr, anî ziman ku fezlekeyên der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de heta 20’ê Gulana 2016’an neçû meclîsê û got: “Demîrtaş bêyî fezleke tê darizandin. Li dijî hemû tiştî dijminantiyek tê meşandin. Erdogan ne tenê ji bo hevserokê Giştî yê HDP’ê û wekîlan, ji bo ji sedî 50’yê civakê dibêje ‘terorist e’. Lê em dibêjin pêşeroja vî welatî teqez wê ronî be. Serokê AKP’ê ji bo Ahmet Turk dibêje ‘Ka nexweş bû’ . Pir zelal Ahmet Turk bi ‘terorizm’ê sucdar dike. Em bang li 80 milyon gelê Tirkiye dikin û dibêjin ‘Îro demorasî li ber zikratan e’ Divê me li demokrasiyê xwedî derkevin. Cezayê ku îro li Çağlar Demirel hat birîn bi fermanê hatiye birîn. HDP heta niha li dijî zilmê serî netewandiye û wê ji niha û şûnde jî serî netewîne.
ENQERE