Şopên kuştin, talan û komkujiyan li ser bedena civakan wek hibra jênaçe, hertim bi sedê salan bi xwe re digerîne. Tiştek ji wê kambaxtir nîne ku mirov hertim mirina bajarê xwe bîne bîra xwe û pê re her kêlî bimire. Ez behsa mirina fîzikî nakim. Dibe ku carnan mirina bajarekî, welatekî yan jî dîrokekê bikuje û heta hetayê tine bike, dibe ku mirina bajarekî bi carekê welat, netewe û hemû mirovahiyê zindî bike. Mixabin gelek bajarên Kurdistanê di dîrokê de bûne xwediyê heman çarenûsê, hinek mirine û qet careke din serî ranekirine, hinek jî mirine lê ji rika wê mirina bêwext jiyane û navê mirinê li ser dîwarê bajarê xwe jêbirine.
Li Başûrê Kurdistanê hem komkujiya Helebce û hem jî Enfal birînên dermannebûyîne, ku mirov nikare şopên di rastiya civakî ya vir de bi cih hiştî, nebîne. Bi awayekî, her mirineke fîzikî li vir li pey xwe gelek mirinên din anîne. Li Başûr bi tenê Helebce nehate kîmyabarankirin, ya rastî Başûr hemû bi jehrî ket. Piştî komkujiya Helebce, Raperîn deriyek ji bo derktina ji vê mirinê bû lê tu caran ew birîn nehate dermankirin, nedebirî. Ji ber ku pêvajo wek ku di destpêka Raperînê de bû, bi pêş ve neçû. Şerê desthilatdarî, şerê birakujî û xiyanet hertim li dijî kevneşopiya Raperînê bi pêş ketin. Lewma birîna Helebce û Enfalê hertim taze ma. Ger hikûmeta desthilatdar li gor rastî û çanda berxwedêr a Raperînê tevbigeriya û xwedî li şoreşa Raperînê derketa, niha dibe ku Başûrê Kurdistanê dîsa rastî evçend êrîşan nedihat. Desthilatdariya 23 salan a Başûr ti caran rast nêzî komkujî û karesatan nebû, hertim xwe wek mexdur nîşan da û kesên derdor sûcdar kirin. Nakokiyên di navbera partî û aliyên siyasî de jî sedema bingehîn a rûbirûnebûna bi van karesatan re ye. Gelê Başûrê Kurdistanê hertim di siya van nakokî û şeran de hewil da ku birînên xwe derman bike. Ti hêz û partiyên siyasî ji van birînan re nebûn derman, berovajî hîn zêdetir xwê pê de kirin. Bi parîzgehbûnê jî bajarek birînên xwe derman nake, ev tenê aliyekî mijarê ye lê belê bandorên ruhî, çandî û bişaftina kûr ya komkujiyê hêj baş nehatiye çareserkirin. Bi çêkirina çend projeyên aborî û bilindkirina dîwarên çend avahiyên bilind ku nîşaneya hêza dewlet û hikûmeta heyî be, jin û zarokên ku bi çavê xwe bûne şahidê kuştina bajarê xwe ango hebûn û nasnameya xwe, nikarin bawer bikin ku careke din dijîn. Jiyan û hêviya bi jiyanê ne tiştek e ku mirov bi heyiyên fîzikî bidest bixe. Hest, ramana azadiyê, bawerî careke din destê mirov dixe nav destê jiyanê. Wê demê bêparhiştina xelkê Helebce û Başûrê Kurdistanê ji hestên welatparêzî û ji baweriya bi azadiyê wê hê jî mirina beriza bi çend salan di hafizeya her takeke vê axê de zindî bike. Ger dersa bawerîanîna bi xwe û bi axa xwe fêrî nifşa nû were kirin, êdî ti komkujî û şopên xedar nikarin hestên azad di ruh de bikujin. Mînaka wê ya herî ber biçav ew e ku di van salên dawî bi taybetî bi berxwedana Rojava re gelek ciwanên Kurd li gel hemû lîstikên li ser vî bajarî, berê xwe dane Rojava yan jî berê xwe dane çiyayên azad û heyfa xwe li erdê nehiştin. Ya rastî, bi tenê ew têgihiştin ka divê heyfa xwe ji kê û li ku hilînin. Helebce dizane çawa û bi destê kê birîndar bûye, ji bo wê tercîha xwe jî rast dike. lê mixabin hê jî desthilatdariya li Başûr li pey wê ye ku birînên Helebceyê çawa ku gelek birîn wisa veşartin bi bilindkirina dîwarên beton, jêr ax bike! Xafil ji wê ku hê jî bêhna sêvên jehrî li vî welatî tê û ew şêwazê wan nikare ti rastiyê di bin betonan de veşêre. Ev rêbaza dijminê gelê Kurd e ku bi sedê salan ceribandiye û nekariye encam bigire. Wê demê em careke din çîrokên dijminê xwe li ser axa xwe li ber guhê zarokên xwe nebêjin, êdî guhê wê zarokê tije ye ji wan çîrokan!