Hê jî boykotkirina Tirkiyeyê
Jinên Ciwan ên Azad, li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek li dar xistin û bang kirin ku Tirkiye bê boykotkirin.
Ciwan li ber firoşgeha H&M li hev civiyan û pankarta bi nivîsa “Tirkiyeyê boykot bike” hi. Di çalakiyê de li ser sûcên Tirkiyeyê yên li derveyî mirovahiyê û sûcên şer belavok belav kirin.
Ji çalakgeran Sitak Urmiye diyar kir ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, Bakur û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û bang li gelê Swêdê dikin ku mal û tûrîzma Tirk boykot bike.
Urmiye anî ziman ku gelê Swêdê ji ber binpêkirina mafên mirovan ji rejîma Tirk nerazî ye û got, “Bi xwe tên cem me û belavokan dixwazin. Dibêjin, ew li dijî polîtîkaya Erdogan in.”
Jinên Ciwan ên Azad destnîşan kirin ku ew ê kampanya xwe ya boykotkirina Tirkiyeyê berfireh bikin.
ANF/STOCKHOLM