Tevgera Azadî ji bo ku karibe ofîsên xwe veke, miracaetî Hikûmeta Herêmê, Asayîşa Herêmê û Walîtiya Silêmaniyê da. Tevgerê bang li rayedaran kir da ku bersivekê bidin miracaeta wan.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) eşkere kir ku piştî ku ofîsên wan hatin girtin, ji bo wergirtina destûra hizban a li Herêma Kurdistanê, wan careke din miracaetî Wezareta Karê Hundirin a Herêma Kurdistanê, Dezgeha Asayîşa Herêmê û Walîtiya Silêmaniyê kiriye, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.

Li Silêmaniyê Tevgera Azadî li ser miracaeta ji bo wergirtina destûra hizban li Herêma Kurdistanê, daxuyanî da. Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên daxuyaniya têkildarî miracaeta ji bo wergirtina destûrê xwend û got; “Piştî ku biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi hinceta nebûna destûrê, ofîsên me hatin girtin, roja 5’ê Kanûna 2018’an li ser mijarê me serdana Komîsyona Hiblijartina Iraqê kir. Piştre komîsyonê di 11’ê Kanûnê de bi nivîseke hejmara wê 18/321 hikûmeta Herêma Kurdistanê agardar kir ku Tevgera Azadî partiyeke xwedî destûr e û mafê karê siyasî li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê heye.

Di 20’ê Çile de me serdana Wezarata Hundir a Herêma Kurdistanê kir, ji bo ku bersiva miracaeta me ya ji bo wergirtina destûrê bide ku 4 sal di ser re derbas dibin. Di vê çarçoveyê bi nivîsa hejmara 1031 di 31’ê Çile de me daxwaz ji Asayîşa Herêma Kurdistanê kir ku bersiva daxwaza me bide, Ji ber ku Wezareta Hundir berê bi nivîsa hejmara 6554 di 17‘ê Nîsana 2016’an de daxwaz ji Asayîşê Herêma Kurdistanê kiribû ku destûrê bide Tevgera Azadî, lê hîna bersiv nedaye.

Di 23’ê Çile de me serdana Walîtiya Silêmaniyê kir. Ji ber ku daxwaza wergirtina destûrê cara yekem ji Walîtiya Silêmaniyê hatibû kirin, lê heta niha wan jî ti bersiv nedaye.”

Hikûmet qanûnê binpê dike

Tevgera Azadî wekî din di daxuyaniyê de got, “Di 24’ê Çile de me serdana Asayîşa Herêma Kurdistan kir. Herî dawî jî di 30’ê Çile de me hemû dosyên xwe ji nû ve radestî Desteya Wezîran kir. Me di hemû danûstandinan de daxwaza wergirtina destûrê kiriye. Hemû saziyên hikûmetê bi biryarên siyasî tên birêvebirin. Ew qanûnan binpê dikin, ne em. Rojane jî bêyî biryara dadwer zext li ser endam û alîgirên me hene. Gelek caran endam û alîgirên me tên girtin. Ji ber vê metirsiyeke mezin li ser azadiya fikr û ramanê heye. Li vê herêmê parastina jiyana endam û alîgirên me di stuyê desthilatê de ye.”

Hikûmet ev 4 sal in bersivê nade

Tevgera Azadî partiyek siyasi ye. Tevî ku wê piştî damezrandina xwe di 17’ê Kanûna 2014’an de doza destûrê ji hikûmeta herêmê kiribû, wê ti bersiv nedabû. Di 4‘ê Kanûna 2017’an de destûr ji hikûmeta Iraqê wergirt. Rêvebirên Tevgera Azadî gelek caran diyar kirine ku wan ji destpêka damezrandina partiya xwe ve ji bo destûrê wergirin daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye. Lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistan ne destûr daye ne jî nedaye.

25’ê Mijdara 2018’an hikûmeta Herêma Kurdistan biryara girtina hizb û rêxistinên bê destûr li Herêma Kurdistan da. Di vê çarçovê de hemû baregehên Tevgera Azadî li herêma Silêmanî, Helebce, îdareya Germiyan û Raperîn hatin girtin.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ