MIHEMED HESEN ROJNEWS/QENDÎL Ji ber lêhiya meha borî a li Binarê Qendîl û gundên wê, heya niha 12 gundên li Dola Suredê ya Binarê Qendîlê bê ceyran in. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji ber zererên lêhiyê, alikariyeke cidî nedaye xelkê Binarê Qendîlê. Niştecihê gundê Biredê ya ser bi navçeya Sengeser Ebdula Ehmed got ku nêzî 20 xanî û zeviyên wan ji ber lêhiyê xira bûne, lê heya niha ji bilî bermêlek neftê û hinek betenî ti alîkariyek ji bo wan nehatiye. Ebdula Ehmed ji ber xemsariya wê Hikumeta Herêmê rexne kir û got: “Ev hikumeta heyî, hemû li ser pişt û nanê van gundan, bûne xwedî kursî. Bila bi hewara gundiyan werin, rê çêkin û ceyranê ji me re bînin. Bila xetên ava vexwarinê çêbikin. Piştî lêhiyê ceyrana hemû gundên Suredê xira bûye, hê jî heya niha nehatiye çêkirin.” Gundiyên herêmê hêviya xwe ji hikumetê biriye ji ber vê jî bang li kesên xêrxaz û rêxistinan bikin da ku bi hewara wan biçin. Koçber bûn Niştecihê gundê Binarê Qendîl ê bi navê Hesen Wisu jî li ser heman mijarê axivî û got: “Di vê serdemê de cihê ku ceyran lê nebe, jiyan têde zehmet dibe. Pêwîstiya me ya sereke ceyran e, avakirina piran û çêkirina xetên avê ye. Gelek malbat ji ber nebûna van xizmetguzariyan neçar mane koçî navçeyên din bibin. Ji bo wê em hêvîdarin aliyên peywendîdar dengê me bibihîsin.” Ziyanek mezin dîtibû 26’ê Cotmeha 2018’an de li Başûrê Kurdistanê baranek zêde barî û bû sedema lehiyan û li gundewaran ziyanek mezin dît. Bi taybetî li herêmên Balekayetî, Bradost, Soran û Binarê Qendîl rêyên gelek gundan hatin girtin, pir hilweşiyan, xaniyên gundiyan xirabun, mizgeft û baxçeyan ziyan dît û ceyran qut bû. ------------------------------------------------------------------------------------------------------

Li Hecînê  27çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. Li gorî daxuyaniya QSD’ê, li eniya Hecînê 27 çeteyên DAIŞ‘ê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, doh danê sibehê hêzên QSD’ê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li eniya bajarokê Hecînê, êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê ya bi çekên doçka, panzer û wesayitên bombebarkirî têk biriye. Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:”10 êrîşên balafirên koalîsyonê pêk hatin. 27 terorîst hatin kuştin. 2 wesayît, balafireke keşfê, 2 wesayîtên bi doçka hatin teqandin. “ ANHA/DÊRA ZOR