Rojnamevan Wladimir van Wilgenburg bi zimanzan û çalakgerê siyasî yê navdar ê Emerîkî Noam Chomsky re li ser êrişên dewleta Tirk û gefxwarinên dagirkeriya Rojava, peyivî. Encamên hevpeyvînê di Ingilîziya Kurdistan24 de hatin weşandin.
Li gorî Chomsky planên vekişînê yên serokê DYE´yê Donald Trump “zelûl” in û hebûna hejmareke piçûk a eskerên Emerîkî wê karibe êrişeke sûc (krîmînal) a Tirkiyeyê li dijî Kurdên Sûrî wê karibe asteng bike: “Yekîneyeke piçûk a eskerên Emerîkî li herêmên Kurdan bi kêra wê tê ku dagirkirineke Tirk a gelekî muhtemel
ji çavtirsandinê pêk neyê. Tirkiye bi vê dagirkeriyê wê êrişa xwe ya krîmînal a heyî ya li dijî Kurdên Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî, li deverên din ên Sûriyê berfireh bike.”
Chomsky Çiriya Pêşîn a par jî fikra xwe ya bi heman rengî îfade kiribû.
Li gorî Noam Chomsky, “Hebûne piçûk a Emerîkayê, operasyoneke dewam dike, bicihkirina hin lihevkirinên dîplomatîk dibe ku herêmên Kurd heta radeyeke ewle bikin û xweseriya Kurdan li nava Sûrî misoger bikin.”
Noam Chomsky wekî din got, hêvîkirina ji Fransayê pirr realîst nîne, heger Emerîka bi temamî vekişe, Rûsya dimîneke weke yekane hêviyê ji bo astengkirina êrişa Tirkiyeyê, lê ev jî li gorî wî: “Pêşbîniyên cazib nebin jî hêvî heye.”
WASHINGTON