UMER MIHEMED / ANHA/KOBANÊ
Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê Kedîm Îbrahîm got: “Bûyerên ku li Idlibê rû didin encamên nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser hesabê Sûriyê ne.”
Têkildarî kontrolkirina rêya M5 ji aliyê rejîmê ve Îbrahîm got: “Di civînên Soçî de li ser vê li hev kiribûn. Ji ber vê yekê Rejîm nikare lihevkirinan derbas bike û ji derveyî rêya navdewletî pêşde biçe. Heger Rejîm dibêje ew ê hîn jî pêş bikeve tiştekî bê bingeh e.”
Îbrahîm anî ziman ku dê Tirkiye hewl bide bibe hêzek sereke ya Rojhilata Navîn û xeta li dijî netewa demokratîk xeta Îxwan El-Muslimîn belav bike. Bi vî şeklî jî wê hewl bide serdema Osmanî vegerîne. Lê ev armanc wê pêk neyê.
Îbrahîm destnîşan kir ku armanca hebûna Tirkiyê ya li Idlibê gef û fişarên li ser Rûsya ne da ku hêza xwe li herêmên ku berê dagir kiribûn bihêle.
Derbarê derbasbûna Amerîka ya xeta bûyerên li Idlibê Kedîm Îbrahîm got: “Amerîka derbasî xeta bûyerên Idlibê bûye da ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de nakokiyan derxîne. Tirkiyê vegerîne hembêza Koalîsyona Navneteweyî. Lê derfetên serkeftina Amerîkayê kêm in.”