Fîlma “Hechecîk” ya çenda hanê karên produksiyonê û wergerandina wê bo çend zimanên din hat kirin, derdikeve ser dikê. Festîvala Filmên Solothurne (Vekirina festîvalê) wê bi vî filmê be. Serokdewletê Swîsre Alain Berset bi xwe wê başdarî frstîvalê bibe û piştî axavtineke kurt wê li film temaşe bike.

 

Bi ‘Mêşevan“ hat nasîn

Festîvala Solothurn bo filmên Swîsri gellekî girîng e û ew 51 sal in ku heta roja îro jî weke mezintrîn Festivala Netewî ya Swisrî tê dîtin. Xelata wê jî 60 hezar frenkê Swisrî ye.

Beriya du salan filmê Mano Khalil ‘’Mêşevan“ ku behtirî 15 xelatan wergirtibûn û beşdarî li zêdetirî sed festivalên cihanî kiribû, ev xelat bidest xistibû.

 

Lêgerîna bavekî wendayî

‘’Hechecîk“ filma dawî ya derhênêrê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl e. Ev film dikeve beşê drama, çîroka keceke Swîsrî ye ku bi salan bi yeqîn bû ku bavê wê yê Kurd ji Kurdistana Başûr di şer de li dijî rêjîma Seddam Husên weke lehengekî miribû. Lê piştî 28 salan, pê dihise ku bavê wê hê jî sax e. Ji ber wê yekê jî berê xwe dide Kurdistanê û Iraqê û lê digere.

Rola sereke di filmê de yê leystikvana Swisrî Manon Pfrunder û leystikvanê Kurd Ismail Zagros e. Di filmê de bi dehan leystikvanên Kurd u Swîsreyî yên weke Bengin Ali, Nasir Hasan, Majid M. Weysi, Ramazan Qasim, Cemil Zikri, Rekesh Shahbaz, Lilian Neaf, Christain Samuel Weber û leystekvana Kurd a nû Dijîn Cemil jî cih digrin.

Dirêjahiya  Filmê 102 deqîqe ne, di destpêka sala nû de dest bi gera festîvalan dike û di meha Sibatê de derbasî hemû sinemayên Swîsreyê dibe.

Film ji Produksiona şirketa Sînema ya Frame Film a ku ya Mano Xelîl e, bi alîkariya Televisîona Europî ARTE û televisîona Swisrî hatiye amadekirin. 


 BERN