Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şêrko Hesekê got ku hêzên wan di van çend rojan de dê hemleya rizgarkirina bajarokê Hecîn bidin destpêkirin.
Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şêrko Hesekê diyar kir ku QSD dê dest bi hemleya rizgarkirina bajarokê Hecîn bike ku baregeha herî dawîn a çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Firatê ye. Şêrko Hesekê destnîşan kir ku yekîneyên taybet ên girêdayî QSD’ê ji bo rizgarkirina sivîlan û bêbandorkirina mayinan niha ji bo vekirina korîdorekê ji sivîlan re di nava xebatan de ne.
QSD’ê bajarokê Hecîn ê rojhilatê çemê Firatê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de ye, di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundê Baxor a stratejîk de bi temamî dorpêç kir.
HESEKÊ