Lê piştî maşîneyên hilberînê, çandinî û çotkariyê derketin, êdî karê hedadan jî wekî berê nema. Hedadê heyî jî êdî ji ber ku muşteriyê wan wekî berê tune û kar zêde nayê kirin hêdî hêdî tune dibe. Hedadê li Siwêregê 41 salin hesin bi teşe dike Sabri Baran ê 59 salî, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de kar dike û bi armanca vî pîşeyî li dijî teknolojiyê zindî bihêle têdikoşe. Baran, niha li Sêweregê li kolana hesinkaran ku wekî Kuçeya Şeytan jî dê bi navkirin hesadiyê dike. Baran, anî ziman ku atolyeya hesinkariyê ji bav û kalê xwe dewir girtiye û êdî hêdî hedî ev pîşe winda dibe û têk diçe. Baran, da zanîn ku ji roja tê bîra wî heta niha hesinkariyê dike û wiha got: "Berê pîşeyekî pir bi qedr û qîmet bû. Gelek pere jê dihatin. Lê niha êdî eleqeya li hemberî vî pîşeyî nemaye û pere tê tune. Em ji bo ev kar û pişe winda nebe berdewam dikin. Lê di aliyê aboriyê de tu fêdeya wî tune. Piştî sanayî û teknolojî pêş ket ev pîşe mir.

Baran, da zanîn ku ji bo ev pîşe bê parastin saziyên dewletê û saziyên din jî alîkarî nake û xwest êdî pîşeyên dîrokî bên parastin û her kes li wan xwedî derkevin.

RIHA