Wekî gelek pirtûkên giranbuha û herikbar ên ku ji Waşanên Aramê derdikevin, pirtûka Hedara Henaseyên Azad ku ji bîranînên şervanên azadiyê pêk tên mirov dikîşîne nava hestên ku dil û mejî de hilnayên. Ev pirtûka bîranînê ji aliyê gelek şervanên azadiyê ku di nav de Hevserokê KCK’ê rêzdar Cemîl Bayik jî heye hatiye nivîsîn, ango bîranînên wan tê de cih digirin.
Hedara Henaseyên Azad ku ji 17 bîranînê şervanên azadiya Kurdistanê pêk tê û her bîranînek ji ya din herikbartir e yê ku dixwîne nikare ji destên xwe dayne. Her bîranînek dibe parçeyek ji jiyana mirovan. Her xwendevanên vê pirtûkê teqez xwe di hemû bîranînên ku hatiye nivîsandin de dibîne û xwe jî tevli biranînê dike û dibe parçeyek ji bîranîna şervanên azadiyê.
Şervanên azadiyê di vê berhama ku jiyan û têkoşîna xwe bi me re parve dikin li aliyekî hestên berxwedan û têkoşînê dide avakirin li aliyê din jî hesên ku xwendevan xwe di lêpirsîneke wijdanî û exlaqî de derbas bikin dide avakirin. Lewre ew ked, berxwedan, têkoşîn û fedaiya ji bo gelê Kurd hatiye kirin û tê kirin mirov baş dibîne.
Ew şervanên azadiyê ne ku; “Çendî çîrok û peyv ji bo wan bêne rêzkirin kêm dimîne, pesindayîna cewherê wan. Hêza herî bedew ew e ku ew egîdên nemir bibîne peyv, çîrok û romanên jiyana gelê me. Çîrokên me ji asta bîranînekê derdikeve û xwe digerîne li hemû lêgerînên xelasiya mirovan. Lewma her mirovek ku ji ava azadiyê ya ji zikê vê axê derket vexwarin, nikarîbûn rawestin û zilma li ser gelê xwe û mirovahiyê bipejirînin.”
Divê berhama giranbuha de ku ji serî heta binî ji serpêhatî û lehengiya şervanên azadiyê pêk tê kêlî bi kêlî mirov dikişîne nav kûrahiya xwe. Jiyana rast û têkoşîna rast di wan kêliyên berhemên de derbas dibe. Diheman demê de jiyaneke ku ji bo sedhezaran ciwanên kurd û her tim wekî xwezî hatiye dîtin mirov di her kêliya vê berhemê de dibîne.
ZEYNEL BULUT / AMED