Diyar TUHAD-DER’ê di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo girtiyên nexweş li semta Balikçilarbaşi ya Sûrê ya Amedê stanta îmzeyan vekir. Di vekirina stanta îmzeyan de Sekreterê Gişti yê Diyar TUHAD-DER’ê Fahri Azbay, diyar kir ku nêzî 3 rojin kampanya îmzeyan li Amedê dane destpêkirin û kampanya îmzeyan rastî eleqeyek gelek mezin tê. Azbay, anî ziman ku wan heta niha li tevahiya Tirkiyeyê milyonek îmze kom kirine û wiha got: “Heta niha me milyonek îmze kom kirin. Hedefa me 2 milyon îmze ye. Em dixwazin hikûmet rewşa girtiyên nexweş li ber çavan bigire û wan serbest berde. Niha li girtîgehan 512 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 150 girtî di sînorê mirinê dene û rewşa wan pir giran e.” 

Welatiyê bi navê Şerafettin Ergun jî anî ziman ku ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdaw wan kampanyaîmzeyan daye destpêkirin û xwest hemû gelê kurd ji bo girtiyên nexweş bên berdan destê xwe bidin hev. Ergîn anî ziman ku heta daxwazên wan pêk bên dê tekoşîna xwe û piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan berdewam bikin.

  DÎHA/AMED 




Ji bo girtiya nexweş banga hestyariyê

Girtiya nexweş ya bi navê Aynur Doganay (20), bi îdiaya ku di çalakiyê de molotofkokteylî avêtiye di mijdara 2011’an de hat binçavkirin. Di îdianameya Doganay de ji bilî îdiayên şahidê nepen û di dema binçavkirinê de îfade li dij, tu îdiayên şênber nîn in. Ev 2 sal in Doganay di Girtîgeha Girtî ya Jinan ya Bakirkoyê de dimîne. Doganay beriya ku bê girtin nexweşiya xizokê (astim) ketibû û piştî ku hat girtin nexweşiya dil lê peyda bû. Aynur Doganay ji ber nexweşiyê her tim sewkî nexweşnayê bû û danîşîn dê di 10’ê cotmehê de bê dîtin. Parêzer Ayşe Acinikli ji bo muwekila xwe banga hestiyariyê kir.
Parêzer Acinikli da zanîn ku di îdianameya muwekila wê de tu delîlên şênber nîn in û li hember vê yekê 2 salin muwekila wê girtiye û ji bo derman bibe divê serbest bê berdan û wiha got: “Divê demildest tedawî bibe. 2 sal in girtiye û ji bo girtî bimîne tu hincet nemane. Ji ber arastekirina hêzên ewlehiyê evqas bi sûcdarkirinên giran re rû bi rû maye.”

STENBOL