Hedef dagirkirin û statuya Başûr e - KENDAL CÛDÎ
Dewleta Tirk a înkarker û qirker, tam beriya hefteyekê bi êrişên hewayî yên li ser Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê, li dijî Kurdan dîsa şerekî berefireh da destpêkirin.
Helbet ev şer ne di nava şevek û rojekê de hate pîlankirin û xistin praktîkê, mirov dikare bêje ku beriya çend mehan bi derxistina aloziya Zînî Wertê re ev êrişa bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd, hate destpêkirin.
Piştre bi serdana serokê MÎT`a Tirk Hakan Fîdan li Iraqê bernameya êrişê hate temamkirin û şerekî giran û hov li dijî Kurdan da destpêkirin.
Ev hefteyek e ku artêşa Tirk a dagirker û qaşo hêzên wê yên taybet, hewl didin li herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê bi pêş de biçin û axa Kurdistanê hîna zêdetir dagir bikin. Ev êriş rastî berxwedaneke dîrokî û efsanewî ya hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê tê.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê xwe yê taybet û mixabin çend dûvikên wan ên "Kurd" bi şev û roj hewl didin êrişa niha li dijî Başûrê Kurdistanê wek êrişeke tenê li dijî Tevgera Azadiya Kurd bidin nîşan. Jixwe rayedarên Tirk jî dibêjin ku ew ê qaşo PKK`ê tune bikin û baregehên xwe yên nû li Başûr çêkin.
Lê di sedsala 21`an de û nexasim di van salan de ku nexşerêya Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin û çavê her kesî li Iraq û Sûriyê ye û her dewletek li pey berjewendiyên xwe yên taybet e, bê guman armanc û hedefa dewleta Tirk ji tunekirina PKK`ê mezintir e. Jixwe ew jî baş dizanin ku nikarin PKK`ê tune bikin, ji ber ku PKK êdî bûye felsefeyek û ruhekî berxwedanê ji bo Kurdan.
Armanca sereke ya dewleta Tirk ji vê êrişa niha, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û rakirina statuya Kurdên Başûr e, bê guman dagirkirina axa Iraqê ye jî. Êdî bila kes xwe nexabîne, dewleta Tirk û hukûmeta wê ya faşîst AKP-MHPê rojekê jî itîraf bi statuya Başûrê Kurdistanê nekiriye, ji ber ku beriya şerê Zê Erdogan digot ew bi serekeşîrên Başûrê Kurdistanê re nacive. Erdogan bi vê gotinê xwest balê bikişîne ser serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û Mam Celal Talebanî.
MÎT`a Tirk ne ji niha de zemîna vê êrişê hazir dike, ev çend sal e ketiye nava liv û tevgerê û li Dihok û Hewlêrê bi rihetî dixebite. Ji aliyekî din ve jî MÎT`a Tirk bi rêya çapemeniya xwe û civînên veşartî ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê li dar dixist, dixwaze Erebên Iraqê û Başûr li dijî Kurdan sor bike, bi vî awayî fitneyê bixe navbera Kurd û Ereban.
Dewleta Tirk û hukûmeta wê AKP-MHP baş dizane ku heta derbê li PKK`ê nexe û PKK ji herêma Qendîlê neyê derxistin, nikarin plana xwe ya dagirkirina Başûr bibin serî. Lewra bi ewqas hêzeke mezin û bi teknîka pêşketî dixwazin êrişên xwe yên niha li Heftanînê û herêmên derdora wê, rewa bikin û PKK`ê ji pêşiya xwe rakin. Lê PKK ku hêzeke kurdistanî ye, vî pîlanê dewleta Tirk deşîfre kir û li wê herêmê berxwedaneke mezin dide. Bi gotineke din, ji bo ku Başûrê Kurdistanê neyê dagirkirin û komkujî bi serê gelê Kurd de neyê, PKKê xwe kiriye mertal.
Hikumeta Başûr û ya navendî çi dibêjin?
Hikumeta Başûrê Kurdistanê, piştî çend rojan ji êrişê û komkujiyên bi serê sivîlan de hatî, helwesteke şermok nîşan da û bang li Tirkiyê kir ku rêz li hemberî axa wê bigire. Lê ji dewleta Tirk nexwest ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne û komkujiyên sivîlan neke. Kurt û kurmancî bi tenê bi daxuyaniyan mirov nikare welatê xwe biparêze, ya girîng ew e ku gelo rêveberiya Başûr pê dizane ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr e, û rakirina statuya wê ye? Ev mijareke girîng e; heke pê nizanin jixwe ev bi serê xwe xetereke mezin e.
Hikumeta navendî ya Iraqê ev çend sal e di nava aloziyeke siyasî de ye û hikumet li pey hikumetê têk diçe û dewleta Tirk jî ji vê yekê sûdê werdigire. Heta niha helwesta Iraqê têrê nake, lê wekî me gotî, tenê bi daxuyaniyan ew nikarin tiştekî biparêzin, êdî pêwîst e ku bi lez û yekser bikevin nava tevgerê.
Raya dewletên erebî li hemberî pîlanên dewleta Tirk pozîtîf e, lê nikarin heta niha eniyekê li dijî dewleta Tirk vekin. Ev yek jî cesaretê dide dewleta Tirk ku axa Iraq, Sûrî, Yemen û Lîbyayê dagir bike.
Ji aliyekî din ve, ya heta niha piştgiriya vê êrişê dike, Îran e. Jixwe Îran ji roja destpêkê ya êrişê ve destek da dewleta Tirk û herêmên Heftanînê û herêmên din ên Başûr topbaran kirin.
Eger li Başûrê Kurdistanê hêzên siyasî yên Kurd, PKK, YNK û PDK û hêzên leşkerî yên Iraqê bi hev re li dijî artêşa dewleta Tirk şer nekin û wê ji axa Iraqê û Başûr dernexin, sibê wê bedelekî mezin bidin û poşman bibin.