
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî ji aliyê polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Bajêr ve hatin binçavkirin. Kişanak û Anli, pêr êvarê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsînên arasteyî PKK’ê de der barê hevşaredaran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya vê biryarê de Hevşaredar Gultan Kişanak li Balafirgeha Amed û Hevşaredar Firat Anli jî li navnîşana xwe ji aliyê Polîsên TEM’a Midûriyeta Polîsan a Amedê ve hatin binçavkirin.
Kişanak a ku li balafirgehê hat binçavkirin, ji Enqereyê vedigeriya. Kişanak, ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ku têkildarî helwdana derbeya 15’ê Tîrmehê û bandora wê yî li ser siyasetê hatibû avakirin, hat guhdarîkirin. Piştî komîsyonê navber dayê, Kişanak jî bi balafirê vegeriya Amedê. Dema ji balafirgehê dadikeve, tê binçavkirin.
Avêtin ser şaredariyê
Di heman demê de polîsan avête ser malên Kişanak û Anli û lêgerîn pêk anîn.
Piştî hevserok hatin binçavkirin, polîsan hemwext bi ser Şaredariya Bajarê Mezin jî girtin. Gelek polîsên Tirk li gel TOMA û wesayîtên zirxî yên Akrep ve dora avahiya şaredariyê girtin. Xebatkarên şaredariyê dema xwestin bikevin avahiyê ji hêla polîsên Tirk hatin astengkirin. Mabeyna xebatkar û polîsan de alozî dewam dike, têkîldarî serdegirtinê ti agahî nehatine parvekirin.
Polîsên tîmên taybet li banê şaredariyê û her qadê şaredariyê hatine bicihkirin.
Parlamentera Amedê ya HDP’ê Feleknas Ûca û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen piştî agahiya serdegirtinê bihîstin hatin pêşiya şaredariyê.
Axaftina li KCD’ê xistin hincet
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Tirk Kamîl Erkût Gure, her du hevşaredar, di çarçoveya lêpirsîna sala 2015’an de ku bi îdîaya ‘hewldana ji bo parçekirina beşek ji axa dewletê’ hat vekirin, hatine binçavkirin.
Li gorî vê yekê, Kişanak ji ber ku tevlî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a xweseriya demokratîk lê hat ragihandin bû û li vir axivî, sûcdar tê dîtin. Di daxuyaniya Serdozgeriya Tirk de qala dema civînê nayê kirin, lê belê civîna KCD’ê ya li ser rojeva xweseriyê di 14’ê Tîrmeha 2011’an de pêk ahtibû.
Axaftinên Kişanak ên li pîrozbahiyên Newrozê jî weke sûc hatin nîşandan. Dozgeriya Tirk, bikaranîna wesayîtên şaredariyê ji bo rakirina cenazeyên PKK’yiyan jî weke sûc dît.
Firat Anli jî bi hinceta ‘ji ber ku di merasîma cenazeyê ciwanên PKK’yî de wesayîtên şaredariyê hatine bikaranîn’ hate binavkirin.
Polîsan parlamenter derp kirin
Piştî polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin û hevşaredar binçavkirin sedan welatî berê xwe dan ber şaredariyê. Ji ber polîsan derdora şaredariyê dorpêç kirine welatiyên li ser Kolana Lîseyê kombûn rastî êrîşa polîsan hatin.
Dema polîsan xwestin êrîşî gel bikin parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Besîme Konca û Ayşe Acar Başaran li hember TOMA’yê sekinîn. Polîsên bi cop û mertalan êrîşî parlamenteran kirin Uca, Konca û Başaran derp kirin. Uca ji ber darbeya copan ji ser hişê xwe çû.
Ligel ku polîsan bi ava şit êrîş welatiyan kirin jî welatiyan dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Zext me bêzar nakin” berzkirin û li ber xwe didin. Her ku diçe hêjmara welatiyên li ber şaredariyê zêde dibin.
Piştî polîsan êrîşî çalakiya li ber şaredariya Amedê kirin komek ku di nava wan Berdevka Demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata jî heye hatin binçavkirin.
ANF / AMED