Hevserokê PYD’ê ragihand ku her kesekê DAİŞ’ekî xwe yê taybet heye û wiha pêdeçû: “Hemû dewletan bi awayekî peywendî ligel DAİŞ’ê hene. Rojava, Amerîka, Tirkiye, Beşar Esed, Nûrî Malikî û yên din DAIŞ’ên xwe yên taybet hene.”
Salih Mûslim li ser armanca hêzên piştgiriya DAIŞ’ê dikin jî ev tişt got: “Ew dixwazin Kurdan neçar bikin ku ji Mûsil, Kerkûk û Şengalê derbixin û wan li Silêmanî û Hewlêrê bi awayekî teng bi cih bikin.”
Mûslim diyar kir ku DAİŞ dixwaze herêmên petrolê kontrol bike û wiha got: “DAIŞ di nava hewldanê de ye ku navçeyên petrolê kontrol bike. Xetên ku DAİŞ’ê li ser nexşeyê kişandine ne bêwate ne û yek ji armanca DAIŞ’ê petrola Kerkûkê ye.”
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Mûslim wiha got: “Rojavayê Kurdistanê di navenda aloziyan de ye. Pere û çekên ku DAIŞ’ê li Mûsilê bidestxistî, bi biryara Emere Çeçenî ji bo Rojava hatine şandin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “DAIŞ ne tenê ji bo Tirkiyê, belkî ji bo tevayî Ewrûpa û Rojhilata Navîn metirsiyekî mezin e. Em astenga herî mezin a li pêşiya DAIŞ’ê ne. Divê Tirkiye baş fikra wê yekê bike ku ger DAIŞ’ê Kurdên Sûriyê bişkêne, wê çi rûbide? Divê fikra wê yekê jî bike, ger Kurdên Sûriyê û DAIŞ agirbestê ragihînin, wê çi rûbide?”
FRANKFURT