Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah a ku li ser daxwaza KCD û BDP’ê hatibû Newroza Amedê, der barê geşedanên dawî yên ku li rojavayê Kurdistanê diqewimin de axivî. Asya Abdullah di axaftina xwe de li ser êrîşên çeteyên El Qaîdeyê sekinî û êrîşên wanê dawî şermezar kir. Asya bal kişand ser 3 kantonên ku hatine îlankirin û êrîşên li dijî kantonan û ev tişt got: “Ev êrîşên li dijî kantonan êrîşên sistematîk ên ku ji hêla hêzên derve ve tên bi rêvebirin in.”
Siyasetmedara kurd Asya da zanîn ku dê li gelemperiya Sûriyeyê û li Rojava hin guhertin pêk bên û sedema wê jî bi siyaseta ku li ser Sûriyeyê ev 3 sal e tê meşandin û biryarên di civîna Cenevre-2 de kerket holê ve girê da. Asye Abdullah aşkera kir ku ji derveyî Rojava, li hundur û derveyî Sûriyeyê gelek xitimandinên cidî hene û wiha pêde çû: “Sedema vê xitimandinê jî komên muxalîf in, ev hêzên ku dixwazin ji vê xitimandinê sûdê bigirin dixwazin şerê li Sûriyeyê kûr bikin.”
Asya Abdullah bi lêv kir ku dê gel dereng an jî zû vî şerê li Sûriyeyê di navbera rejîma Baasê û komên çete de diqewime qebûl neke û ev tişt anî ziman: “Em wekî gelê kurd jî vê yekê qebûl nakin. Li pişt şerê ku dispêrin herêma me berjewendiyên wanên siyasî hene. Çima gelo? Ji ber ku kantonên ku hatine îlankirin û Xweseriya Demokratîka ku hatiye avakirin ji bo welat mînak e. Divê her kes nêzikatiya xwe zelal bike. xweserî ji bo Sûriyeyê tê wateya îtîfaqê.”
Li Sûriyeyê şer li Rojava parastin heye
Asya destnîşan kir ku sedemeke şerê li dijî Rojava polîtîkaya israra di aştiyê de ye û wiha pêde çû: “Ji derveyî Rojava şerê li Sûriyeyê şerê desthilatdariyê ye. Şerê li Rojava şerê parastinê ye. Ji bo li dijî gelên herêmê komkujî pêk neyê, ji bo talan û tunekirin çê nebe, parastinek tê kirin.” Asya bal kişand ser şerê di demên dawî de li dijî Kantona Kobanê pêk tên jî û got ku ev hem êrîşeke siyasî û hem jî pevçûnên di navebra komên çete dide nîşan.
‘Kî ji bo çi şer dike êdî zelal e’
Asya teqes kir ku li herêmê şerekî dijwar diqewime û wiha domand: “Armanca êrîşên li dijî Kobanê ew e li ser axa Sûriyeyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ava bikin. Îdia dikin ku li dijî rejîma Sûriyeyê şer dikin, dixwiyê ku bi rejîmê ve girêdayî ne.”
Asya anî ziman ku çete îdia dikin ku ew li Şam, Dêrazorê û Lazkiyê digerin û wiha got: “Lê hêzên xwe yên li van herêman kişandine û li dijî Rojava şer dikin. Em jî dipirsin; hûn li dijî rêvebriya Rojava ne, hûn li dijî rêveberiya Xweseriya Demokratîk in, an hûn li dijî rejîma Baasê ne? Bila tu kesî nexapînin. Rewşa çete û leşkerên li Sûriyeyê zelal bûye. Kîjan kom ji kîjan ferasetê re xizmetê dike, ji bo kîjan berjewendiyan şer dike êdî zelal e. Êrîşên li dijî Rojava li dijî biratiya gelan e. Ev êrîş li dijî şoreş û azadiyê ye. Heta niha çawa bi ser neketine, ez di wê baweriyê de me ku dê îro şûn ve jî bi ser nekevin”
DÎHA/AMED