Kurdî hate redkirin
Li gel ku parêzeran bertek nîşanî van delîl û tapeyên hatine amadekirin û maîlên hatine komkirin bertek nîşan dan jî dîsa Serokê heyeta dadgehê Menderes Yılmaz, xwendina guhdariyên telefon, e-mail û xebatên ÎHD'e berdewam kir. Piştî xwendina delîlên hatine komkirin Erbey dîsa xwest bi Kurdî parastinê bike. Lê dîsa mikrofon li ser Erbey hate girtin û daxwaza wî ya parastina Kurdî hate redkirin. Di xwendina e-mailan de hate îdiakirin ku Mustafa Gundogdu li ser navê PKK li dervê welat li Ofîsa KHRP'ê ji Erbey re maîl şandiye û KHRP'ê ji bo semînera mafên jinê û binpêkirina mafan ji Erbey û ÎHD'ê alîkarî xwestiye. Ji ber ku mafê Erbey ê parastina bi Kurdî hate redkirin Erbey parastin nekir. Pişt re PRz. Feride Laçin, diyar kir ku semînerek gelek girîng e û xebatek pir bi watedar e. Laçîn, anî ziman ku ji ber ev semîner li ser bingehê parastina mafên mirovan û civakê hatiye lidarxistin û tevlêbûna ÎHD'ê ya vê semînerê pir asayî û xwezayî ye.
Pişt re Prz. Sabahattin Acar, parastina Erbey kir û anî ziman ku tê xwestin di şexsê Erbey de xebatên ÎHD'ê bidarizînin. Acar, destnişan kir ku di nava delîlên hatin xwendin de tu delîlên ku bibin sedema sûc tune û wiha got: "ÎHD'ê tiştê li ber çavan kiriye rapor. ÎHD'ê kuştina Parlementerê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sincar ku kes newêrîbû biçûya ser cenazeyêwî û ji aliyê kesên nediyar ve hate kuştin kir rapor. Ev rapor ne ku dixwaze dewletê reş bike. Dixwaze rastiya wê demê bîne ziman. Rastiyê vedibêje. Sîncar parlementerê gelekî bû. Niha jî tê xwestin di şexsê Erbey de ÎHD bê darizandin."
E-maîla ku Parêzerê Baroya Îngilîstanê Şehriban Dogan ji Erbey re şand jî wekî sûc hate dîtin. Feride Laçin anî ziman ku tu delîlên sûc ên der barê mailan dune û hemû li gorî zagona nin. Li gel ku mîkropofon li ser Erbey qut kirin jî Erbey axaftina xwe ya Kurdî bi deqeyan berdewam kir.
DÎHA/AMED