Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratika Kurdistanê Necibe Omer, der barê girtin û zextên li ser jin û siyasetmendarên Kurd de ji DÎHA re axivî û da diyar kir ku girtin û zextên li ser jinên Kurd ji ber nasnemeya azadîxwaz û nasnameya netewî ye. Omer, anî ziman ku jin bi tundî van êriş û zextên li ser jinên Kurd û siyasetmedaran şermezar dikîn û wiha got: "Di demek wiha de ku hemu gel liser piyanin û di tekoşinê de, tekoşîna Kurd dimeşînin pêşentiya wê jin dikin û cihê keyfxweşiyê ye. Ev tekoşîn bi pêşengtiya jina tê meşandin. Jin bi nasnameyek azad siyaset dikin û karîne siyasetekî demokratîk bi rêve bibin. Ev ji nîmoneyek gelek serkeftiye ji bo hemu jinên Rojhilata Navîn û cihanê. Jinan karîne guhertinek mezin avabikin û banduriyekê li herêmê bikin. Ji ber vê yekê ji aliyê hêzên dagirkerên herêmî û piştewanên wan ve gelek jinên siyasetmedar hatine girtin.”

Zindanên tirkiyê girtîgehên jinan

Omer, balkişan ser rewşa siyaseta Tirkiyê û wiha berdewam kir: “Em dikarin bêjin ku li ser asta cihanê tirkiye yekem welate di girtina jinên siyasî de. Niha em dikarin bêjin zindanên Tirkiye piraniya wan jinên siyasine têde ev bi xwe ji bo Tirkiye şermeke mezine ku xwe wek welatek demokrat dibine. Lê di bingê de faşizm e. Ji van jinan piraniya wan Kurdin ev ji dide diyar kirin ku jinên Kurd pêşentiya siyaseta demokratik dike, bi nasnameyekî azad û wekhev. Şeredar û parlementer tên girtin û rastî êrîşan tên. Ev li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Çawa Leyla Zana kesayetek diyare hêzên dewletê di avêjin ser mala wê û deriyê mala wê dişkîne ev bi xwe bê rêziye li hem ber vîna gel. Jinên hatine girtin hemu jinên siyasetmedarin.”

Êriş li ser vîna jina Kurde
Omer, destnîşan kir ku wekî koma Hewildana Jina Kurd van girtin û zextan bi tundî şermezar dike û ev erîş wekî êrîla dijî nasnameya jinê û neteweyê nirxand. Omer ji her kesî xwest ku li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Omer, xwest Koma Hewildana Jina Kurd li hemberî van êrîşan dengê xwe bilindtir bikin.


 DÎHA/HEWLÊR