FC Amed herwisa plansaziya tîma jinan û gihandina zarokan jî dike.FC Amed destpêkê wek tîmeke lîstikê ya dema yariyê ango (Freizeitlîga) hatiye plankirin, lê paşê li ser daxwaza giştî veguheriye qada profesyonelî. 

Serdar Yildirim ku ji sala 2014’an ve serokatiya klûbê dike, derbarê tîma FC Amed de axivî: „Em li gel FC Dêrsim û FC Rojava tîmeke din a Kurd a li Berlînê ne. Hedefa me derketina lîgên jortir e. Ev dibe nîvdemek e em di Kreislîga 3 ê de dilîzin. Xebatên me yên heta niha selmandine ku gihiştina lîga herî bilind jî ji ji bo me ne hinde zehmet e. Hedefa me herî kêm di 5 salan de derketina lîga welêt a Berlînê ye. Niha em xwe didin naskirin û hêdî hêdî ev nasîn jî pêktê. Em xwe wek tîmeke multîkultî sazkar dikin û karê xwe jî pir ciddî digirin.“


‘Tîmeke rêzdar a Kurdan e’

Yildirim destnîşan kir ku FC Amed bi performans û xebata xwe ya heta niha xwe daye qebûlkirin û wiha berdewam kir: „FC Amed wê bibe tîmeke rêzdar a Kurdan a li Berlînê. Niha gel û ciwan gelek peywendiyên germ didin nîşan û gelek lîstikvanên ji neteweyên din jî dixwazin bi me re bilîzin. Em bi hişmendiya profesyonelî kar dikin. Du tîmên me hene; kesên nikarin di a yekê de cih bigirin, di a duduyan de dilîzin û wisa jî perwerde dibin. Herwisa em li ser avakirina tîma jinan a futbolê jî dixebitin û ji bo nifşên nû jî plansaziyan dikin. Ew jî dê ji 7 saliyan ve dest pê bike.“

Yildirim xabatên di qadên sporê serkeftî yên ji aliyê Kurdan ve mîna çavkaniya hêzê binav kir û wiha berdewam kir: „Em feyza xwe li Ewropayê ji tîma Dalkurd ya li Swêdê û li Kurdistanê jî ji Amedsporê digirin. Dalkurd ji bo me nimûne ye. Daxwaza me têkiliya bi Dalkurd û Amedsporê re ye. Em Dalkurdê ji ber serkeftinên wê pîroz dikin, ew derketin lîga duyê ya Swêdê. Niha 50 beşdarên me hene. Helbet herkes nikare yekser bilîze, daxwaz pir e, lê em niha bisînor digirin. Pêş de emê tîma sêyem jî ava bikin. Wekî din xebata me ya endaman jî berdewam dike, çiqas endamên me pir bin, ewqas jî dê xebatên me bi pêş bikeve.“


YEKO ARDIL/BERLÎN