Destpêkê li ser qadên tenduristî, perwerde û binesaziyê xebat tên meşandin. Berdevkê Komîsyona Jinûve Avakirinê ya Kobanê Îdrîs Nahsan diyar kir ku ji bo alîkarî bigihêjin Kobanê divê korîdoreke însanî were vekirin.

Nahsan anî ziman ku ji bo plansaziya pêvajoya ji nû ve avakirinê wan destpêkê komîsyonek ava kirin û wiha got: "Komîsyona me ji gelek kadroyên pispor ên ji akademîsyen, endezyar û mîmaran pêk tê. Her wiha di nava komîsyonê de rayedarên kantonê û rayedarên şaredariyê yên bajêr baş nas dikin jî cih digirin." Nahsan da zanîn ku li gorî beşên qadên tenduristî, perwerde, binesazî, mîmarî û sivîl, wan 7 komîsyon ava kirine û di dest pêkê de ew giraniyê didin ser qadên cemaweriyê û wiha axivî: "Xebatên destpêkê li ser avahiyên cemaweriyê, saziyên sivîl, nexweşxane, dibistan, navendên baweriyê û binesaziya bajêr tên meşandin. Dûre wê tespîta xisarê ya li xanî û avahiyên sivîl bê kirin û plansaziyek were derxistin."

Nahsan bilêv kir ku ji ber travmaya giran a şer rê li ber vekir, avakirina Kobanê di heman demê de avakirineke psîkolojîk e û wiha pê de çû: "Ji bo welatiyên vegerin li qadên jiyanê entegre bibin û tevgera li qada civakî zindî be, xebatên me yên ji bo ji nû ve zindîkirina xebatên çandê heye." 

Nahsan bibîr xist ku hin malbatên xaniyên wan hilneweşiyane vegeriyane xaka xwe û piştî hemû gund hatin azadkirin, ew ê ji bo bicihkirina sivîlan, avakirina kampan bixin rojeva xwe.  Nahsan diyar kir ku têkoşîna li Kobanê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê hat meşandin, berxwedaneke gerdûnî ye û gelek saziyên sivîl ên navneteweyî yên bala wan li ser Kobanê ne, ji bo ji nû ve avakirina bajêr bi wan re ketine nava têkiliyê.  


KADRÎ OZKAN/ROJDA KORKMAZ/DÎHA-KOBANE