Di destpêka resepsiyonê ya Hefteya Çanda Kurdistanê de ku bi alîkariya Şaredariya Brukselê hate kirin, Serokê Parlamentoya Flaman Jan Peumans axivî û got, “Em piştgiriyê didine têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li Rojhilata Navîn.”
Li paytexta Belçîkayê Brûkselê îsal 4. Hefteya Çanda Kurdistanê tê kirin ku ya pêşî sala 2014’an hatibû kirin. Înstîtuya Kurd a Belçîka, KNK, NAV-BEL, Komîteya Neteweyî ya Ermen a Belçîkayê hefteyê organî dikin, Şaredariya Brûkselê jî alîkairyê dide. Di Hefteya Çanda Kurdistanê de a li Place d’Espagne, hefteyekê bernameyên ‘Gundê Kurdan’, ‘sînema’, ‘pêşangeha wêneyan’, konser, semîner wê hebin. Bername wê heta 1’ê Çiriya Pêşîn bidome.
Hefteya Çanda Kurdistanê li Navenda Çanda De Martken resepsiyon da. Di resepsiyonê de Serokê Parlamentoya Flaman Jan Peumans, Endamê Parlamentoyê û ji Komîteya Herêmên Ewropayê Karl Vanlouwe, Endamê Komîteya Erman Garabet Garo, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun, Parêzer Mahmût Şakar û gelek kes hazir bûn.
Bi dildariya Kurdan serfiraz e
Peumans di destpêka resepsiyonê de avivî, kêfxweşiya xwe ya ji bo Hefteya Çanda Kurdistanê diyar kir, got, girîng e ku ev bernameyên çandî li Brûkselê dikin, bi vî rengî ew dibine xwedî wê derfetê ku cihêtiya çand û nirxên hev bibînin. Peumans got ew dildarekî Kurd e û bi vê jî bextewer û şanaz e.
Serokê Parlamena Flaman, Jan Peumans behsa referandûma li Başûrê Kurdistanê jî kir û got, “Divê destekê bidine vê daxwaza Kurdan.”
Endamê Komîteya Neteweyî ya Ermenên Belçîka Garebet Garo jî got, “Pir girîng e ku em bi dostên xwe yên Kurd re têne cem hev. Em civakên ku di dîrokê de tim komkujî li me hatiye kirin, girîng e ku em werin cem hev. Bi taybetî jî divê em li dîasporayê van bernameyên wiha zêde bikin.”
Li gorî Bernameya Hefteya Çanda Kurdistanê îro Govenda Kurdan, Koma Mûzîkê ya Ermenan, konsera Serhedo tevî nîşandana filma Mala bê ban hebin. Sibe jî şano, Dîwana Dengbêjan bi tevlîbûna Hozan Aydin, Hozan Marûf û Cevadê Mervanî wê dewam bike.
BRUKSEL