Tevgera Çand û Hunerê ya Girkê Legê hefteya Çandî dabû destpêkirin. Çalakiyên hefteya bi dirûşemeya “Azadiya Rêber Apo ji bo Azadiya mirovahiyê ye”, doh bi dawî bûn. Çalakiya dawî li gundê Dêrina Axê bi vekirina nevendeke çandê û pêşkêşkirina bernemeyan bi dawî bû.

Bi dehan welatiyên gund di çalakiyê de amade bûn. Di destpêkê de pêşangeheke cil û bergên herêmê û pirtûkan, li dibistana gund hatin pêşkêşkirin.

Paşê Koma stranan a zarokan Berfa Çiya, Koma Gulan Zelan a govendê daketin ser dike û hunerê xwe pêşkêş kirin. Koma şano ya Hêvî jî şanoya xwe ya bi navê Nexweşiya Kursiyê pêşkêş kir. Di dawiyê de navenda Çand û Hunerê ya gundê Dêrna Axê ji aliyê dayikên têkoşeran ve hat vekirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.


 GIRKÊ LEGÊ