Li bajarokê Xurmal ê ser bi Parêzgeha Helepceyê, Hefteya Rewşenbîriyê dest pê kir. Bi vê boneyê panelek hat organîzekirin û pêşangeheka pirtûkan hat vekirin.
Panel doh bi rê ve çû, li pirtûkxaneya giştî ya bajarokê Xurmalê, bi amadebûna pêkhateyên cûda yên bajarok di çarçoveya Hefteya Rewşenbiriyê de.
Piştî axaftina Îrfan a li ser pênaseya neteweyê guftugo li ser mijarê hat kirin.
Herwiha di panelê de pêşengeheka pirtûkan jî hat vekirin û welatiyan ji bo xwe pirtûk kirrîn. Di çarçoveya Hefteya Rewşenbîrî de çalakiyên bi vî awayî wê heta dawiya hefteyê dewam bikin.
ROJNEWS/HELEBCE