Li Şengalê xelkê Êzîdî ‪li mezargeha Şêx Adî ya Şengalê gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi ahengekê bi bîr anî.‬ ‪Ahenga bibîranînê ya ji bo Zeyneb Kinaci pêr ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate organîzekirin. Li ser navê TAJÊ Neam Xwedêda têkildarî bîr, kesayet û çalakiya Zîlan axivî. Neam Xwedêda îşaret bi wêrekî û lehengiya Zilan kir û got:”Heger jinên me yên fena Zilan hebana belkî ev qas karesat û bobelat nedihatin serê jinên me yên Êzîdî.” ‬ Piştî axaftina Neam jî Koma Kulîlkên Şengalê ya zarokan û Koma Êzîdxanê derketin ser dikê û stran gotin. ŞENGAL