Min di nivîsa xwe ya berî vê nivîsê de diyarkiribû ku divê helbestvan hestên xwendevanên helbestê bihejînin. 

Lê hin xwendevanên ku nivîs xwendin li ser tiştine din nêrînên xwe anîn ziman. Nizanim, min nikarîbû mabesta xwe binivîsim. An ji ber sedeme din bû ku xwendevan wisa têgehiştin. Xwendevanan di nivîsên xwe de hin tişt anîne ziman ku ez qet li wan nehizirî bûm û mabesta min ne ew bûn. Hinan nirxandina min ya li ser helbestê nerast dîtin û li dijî wê nirxandinên xwe nivîsandin. Hinan bi qencî li ser nivîsê nirxandinên xwe kirin. Hinan jî mîna ku mabesta nivîsê tawanbarkirina hin kesan be, bersiv dan û nivîsandin. 

Ez dixwazim ku divê zanibin ti mabesta min ya êşandina wan nebû û nabe jî. Her kesên ku kevirekî datînin ser dîwarê vî zimanî, li ber dilê min ezîz û hêja ne. 

Mabesta min ya wê nivîsê ew bû ku balê bikêşînim ser helbesta bejinbilind û temen dirêj bû. Ez bawer dikim ku divê helbestnivîsên helbesta kurmancî bihizirin, gelo çima helbesta wan nabê bingehê senaryoyê leyîsteke şanayoyê? Çima nabê bingehê senoriyê filîmê sînamayê? Çima ji çîroknivîsan re nabê îlhama nivîsandina çîrokê? Û wekî din. 

Ez nabêjim ku helbesta me gelekî lawaz e û ji ya derdorên me kêmtir e. Helbesta me ji ya derdorên me (bi teybet ji ya tirkan) nekêmtir e, lê têrê nake. 

Helbestvanên me yên kevin bi şahên helbestvanên cîhanê re diketinê pêşbirkê û xwe ji wan kêmtir nedidîtin. Îro jî divê helbestvanên me xwe bigehînin pila helbestvanên cîhana hemdem. Bi wê bawerî û zanînê binivîsin û qet helbesta xwe bi helbesta tirkan re qiyas nekin. 

Bi zanîna hunandina helbesta xwe divê hestên civakê bihejînin û helbesta wan bibe dûrûşma raperîn û serkeftinê. Bi helbesta xwe ala çanda kurdî li ser asîmanê çanda cîhanê bihejînin. 

Helbesta me jî mîna helbesta cîhanê, di rêwîtiya dîroka xwe de ji rêyekê derbas rêyeke din bû. Helbesta hemû dinyayê bi van rê guherandinan re gelek qurban dan û pêşketiye. Bêyî ku ev rêguherîn û qurbandayîn werine zanîn, şêrînî û tahliyên di nav hev de li ser dêmên helbestê hatine hunandin nayêne dîtin. 

Choteaubriad dibêje: ’’Helbest hunera hilbijartin û veşartinê ye.’’ 

Di nivîsa berê de mabesta gotina min ya her peyvên xweşik ku tê nivîsandin ne helbest in, ev bû. Ka em hinekî bi hêminî bihizirin, hilbijartin û veşartin di helbesta me de çiqasî xurt e? Lê em hemû dizanin ku ev pênc sed sal in em hê lêgerîn û lêkolînê li ser hilbijartin û veşartina di helbestên Melayê Cîzîrî de dikin. 

Çima em di helbesta xwe ya hemdem de li ser hilbijartina bikaranîna peyvê û sembolkirina mabestê nahizirin? 

Di nav awayên nivîsên ku mirovan afirandî de ya herî zehmet nivîsandina helbestê ye. Ji vê zehmetir, tiştekî din nayê bîra mirov. Ji ber wê min got, di rojekê de mirov nikarê çend helbestan binivîse. 

Helbest xeyala binhişîna hêviya hezarên salan e. Dubarekirina wêneyê trajedî û serkeftina mirovahiyê ye. Bi nivîsîna xwe tenê, xwedî hebûna hest û binhişînê ye. Bi destnîşankirina xwe ya sergirtî, hestên mirov radike raparînê. Ev hebûn taybetmendiya helbestê ye. 

Pêdiviya helbestê bi yekîtiya xeyal û hestan, bi zimanê xwe û formê gotina xwe heye. Helbestê bi têkiliya deng û muzikê, bi estetîkkirina peyvê bandoreke bihêz li ser giyan û ramanê mirovan çêdike. Hunerê helbestê mirov ji hovîtiyê rizgar kir û kire mirovê sosyal, aram û xwedî ehlaq. Ji mirovên hov, civata mirovên xwedî çand û zanîn çêkir. 

Shciller di derbarê xweşikkirinê de wisa dibêje, ’’bi tenê xweşikkirina hestan dikare xislet û xisûsyeteke sosyal çêke.’’ 

Xweşikkirina ziman, bi helbestê re destpêkir û helbest bû hunerê civatê yê herî zehmet. Ji bikaranîna peyvên helbestê re kar pêwîst e. Awayê axaftina sipehî û bandora peyvê li ser mirovan bi helbestê destpêkir. Ji ber wê tê gotin ku helbest aliyê civatê yê karê ciwankarî li ser hatî kirine. Xweşikî, giyan, reng û jîndariyê dide helbestê. Di helbestê de evîn, jiyan, 

bajar, gund, çîya, ajel, mirov, firinde, vekirina gulan, rêwîtî, dîtina cih û welatan, xweşiya bihar û xwezayê wisan tê nîgar kirin ku mirov jê çêj û haz digire. Ev teswîrkirin û pesindana wan cih û tiştan hemûyan deyndarê xweşikkirina peyvê ne. Helbest jî, hem zarok û hem dayîka xweşikkirina hestê, ramanê, xeyalê û peyvê ye.