Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî ku di kolanên li navenda JÎTEM'ê hestî derketin lêpirsîn da destpêkirin. Di kolana di bin çavdêriya dozgerê bi rayeya taybet dewam dike de 19 hestiyên seriyê mirovan derketin holê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de diyar kiribû ku wan 15 hestiyên serê mirovan dîtine. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ku ji roja destpêkirina kolanê heta niha xebatan dişopîne jî anî ziman ku tevî xizmên windayan serî li wan dane jî ew nikarin ji xebatên kolanê haydar bin û li hemberî neagahdarkirinê nerazîbûn nîşan dan. Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku heta niha 27 malbatan serî li wan dane, lewma ew tu wateyê nadin biryara nepenî ya dozgeriyê û got; "Ji kî, çi vedişêrin. Di wê demê de wehşetek hatiye jiyîn. Malbatan jî ji bo ev wehşet aşkera bibe serî li me dan. Em ê sibê der heqê mijarê de bi dozger re hevdîtinekê pêk bînin. Em ê aşkera bibêjin ku em vê biryara nepenî qebûl nakin û em ê bibin mûdaxîlê mijarê."
AMED