Kovara Dîcleyê li Şengalê du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin. Hejmara 13´an a kovarê derket. Di vê hejmara nû de pirsgirêkên Şengalê û rêyên çareseriyê hene.

Di kovarê de babetên siyasî, çandî, aborî û civakî yên herêma Şengalê cih digirin. Wekî din, kovarê ji fikrên Rêber Apo re cih veqetandiye.

Hejmara 13’an a mehên Gulan û Hezîranê jî gihîşt ber destê xwendevanan. Kovar 80 rûpel bi zimanê Kurdî, 40 rûpel jî bi zimanê erebî tê amadekirin û li ser înternetê jî tê weşandin.

Kovara Dîcleyê di sala 2017’an de ji aliyê çend rojnamevanên Şengalê ve hat amadekirin.

 

ROJNWES / ŞENGAL