Kovara Bîrnebûn ku çar mehan careke derdikeve û taybetiya vê ew e ku nivîsên çand, dîrok û lêkolînên li ser Kurdên Anatoliyê radigihîne û nivîskarên wê jî bi pirranî Kurdên Anatoliyê ne û bi devokên Kurmancî yên Kurdên Anatoliyê û bi Şêxbizeynî dinivîsin.
Di vê hejmarê de belgefîlma “Dara Mestê” ya ji alî Adem Ozgur û Hami Celikan ve hatî amadekirin, hatiye danasîn. Her wiha Nuh Ateş pirsa “Di dahatiyê da ji bo kurdên Almanyayê rêxistineke çawa?” dike û di nivîsê de qala dîroka sazîbûn û birêxistînbûyîna Kurdên li Almanyayê dike.
Dizê bi nav û deng: Çîno
Di vê hejmarê de Mem Xelikan behsa dizê bi nav û deng Mustafa Kurnaz (Çîno) dike ku bi xwe Kurdê Kulu ye û ji gundê Cêlikan e. Lêkolîner û nivîskar Rohat Alakom jî li ser pirtûka “Kafamda bir Tuhaflik (Di serê min de ecêbiyek e)” a nivîskar Orhan Pamuk nivisiye. Alakom bi sernivîsa “Di romaneke Orhan Pamuk de Kurdên Stembola Nû” ji bo romanê dibêje: “Roman nîv sedsaliya dawî ya bajarê Stembolê jî tîne zimên. Berhemeke nîv-dîrok jî dikare bê hesibîn. Roman dîroka Stembolê ku di nav van salan de bûye mega-bajar, wek miknatîsekê bi mîlyonan mirov ber bi xwe kişandiye, dide nasîn. Beşeke van koçberan jî kurd pêk tînin. Ev kurdên ku hatine Stembolê ji her derê Kurdistanê, ji dever û bajaran koç kirine.” Jixwe nivîskar û lêkoîlner Rohat Alakom bi pirtûka xwe ya Tirkî a bi navê “Eski Istanbul Kurtleri (Kurdên Berê yên Stembolê)” li ser vê mijara lêkolînek berfireh kiribû.
Rêzeçîroka “Sîyarê Têrîka”
Rêzeçîroka “Sîyarê Têrîka” a Dr. Mikaîlî nivisî bi beşa 9´an di kovarê de cihê xwe digire, yek ji taybetiya çîrokê ew e ku bi zaravayê mikaîlîyên Polatliyê hatiye nivisîn. Yalçin Polat jî di gotara xwe de behsa bêjenasiya peyva “kon”ê dike. Smaylê Şêxbizeynî bi zaravaya Şêxbizeynî Kisse Gewretir (Gotinên Mezinan) nivisiye. Her wiha Afrasiab Shekofteh bi nivîsa xwe îdîa dike ku Reqa xaka kurd û Kurdistanê ye.
Di vê hejmarê de hevalên wî bi nivis û nêrînên Tirkî behsa siyasetvanê Kurd Murat Bozlak ê ku çendek berê jiyana xwe jidest dayî, dikin.