
SADIYE ESER / MA / STENBOL
Xwendekarên zanîngehê, bi armanca ku bibin dengê Hawar a Celadet Bedirxan, bi Kurdî-Tirkî bi navê “Hawarê” fanzînekê derdixin.
Hejmara duyem a fanîzana Hawarê derçû. Hejmara yekem bi berga ku wêneyê Mûsa Anter li ser di Gulana 2017’an de ji aliyê Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê ve hatibû amadekirin, û hejmara duyem jî bi berga ku wêneyê Mehmet Ûzûn li ser niha derçû. Fanzîn navê xwe ji Kovara Hawarê ku di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Bedirxan li paytexta Sûriyê Şamê derçû, digire. Fanzîn bi Kurdî-Tirkî weşana xwe dike û di fanzînê de li gel nivîsên wêjeyî, helbest, hevpeyvîn û nivîsên der barê dîrokê de jî cih digirin.

Berhema hilberîneke komunal
Xwendekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Mahsûm Oncu der barê fanzînê de agahî dan û diyar kir ku wî û komek hevalên wî yên li zanîngehê biryara derxistina fanzînekê dane û got, “Em fikirîn, di vê pêvajoya çewisîner de ka em dikarin çi bikin. Me nîqaş kirin. Di nîqaşan de fikra fanzînê derket holê.” Oncu diyar kir ku paşê wan bi belavokan danasîna wê kiriye û xwendekarên Zanîngeha Marmara û Zanîngeha Bilgiyê jî tev li wan bûne. Oncu diyar kir ku ew di nav xwe de pereyan kom dikin û bi awayekî komunal fanzînê derdixînin. Oncu got, heke nivîsên bi zimanên cuda bên, ew ê cih bidin wan jî.
Oncu got, di vê serdemê de gelê Kurd bi zext û zoriyên cidî re rû bi rû ye û wan xwestiye bi tiştekî wisa bibin bersiva vê rewşê. Oncu dest nîşan kir ku ji bo çand û wêjeya wan çi ji destê wan bê ew ê bikin û axaftina xwe wiha domand: “Bi amatorî be jî em dixwazin derxînin. Em dixwazin hem ji wê sûdê wergirin hem jî her kesê xwe digihîne me sûdê jê wergire.“
Oncu diyar kir ku ew dixwazin fanzîna wan bêtir li nav xwendekaran berbelav bibe û ji bo vê bang li hemû xwendekaran kir.