
Rojnameya ‘Ozgur Gundem Zîndan’ li dijî girtina rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê girtyên jin ve tê derxistin. Hejmara duyemîn a rojnameyê gihîşt ber destê xwendevanan.
Rojname ji nivîsên girtiyên jin ên bi destan hatine nivîsandin û ji wêneyên bi destan hatine çêkirin, pêk tê. Yek ji nivîskarên rojnameyê jî edîtora JINHA’yê Zehra Dogan e ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin.
Di rojnameyê de rûpelên Jin, Polîtîka, Forûm, Civak Jiyan, Rojane, Ciwan, Çand Huner û Ekolojî hene.
Di rojnameyê de her wiha nivîsên gelek nivîskaran jî hene.
MÊRDÎN