Rêxistina Efûya Navneteweyî ya ku navenda wê li Londona paytexta Îngilîstanê ye, bi raporekê diyar kir ku bi taybet li welatên Rojhilata Navîn û welatên din ên cîhanê hejmara kesên hatine îdamkirin zêde bûye. Rêxistinê diyar kir ku welatên berpirsên zêdebûna cezayê îdamê welatên weke Iraq, Îran, Erebîstana Siûdî û Yemen e. Rêxistinê ragihand ku li welatê herî qelebalix ê cîhanê Çînê, ji hemû welatên din ên cîhanê zêdetir mirov têne îdamkirin.
 
Di sala 2011´an de 676 kes

Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku li welatên Ewropayê tenê welatê Belarûs cezayê îdamê pêk tîne û li vî welatî par 2 kes hatine darvekirin.
Rêxistinê da zanîn ku li gelemperiya cîhanê tenê li 20 welatan cezayê îdamê heye û 178 welat jî cezayê îdamê pêk nayenin. Di raporê de hate gotin ku di sala 2011 de li 20 welatan 676 kes hatine îdamkirin. Di sala 2010 de jî li  23 welatan 527 kes hatibûn îdamkirin.

Li Rojhilata Navîn îdam zêde bû

Rêjeya pêkanîna cezayê îdamê bi taybet li welatên Rojhilata Navîn bilind bûye.  Di sala 2011de li gorî sala beriya wê ji sedî 50 pêkanîna cezayê îdamê zêde bûye. Tê gotin ku yek ji sedema zêdebûna van îdaman Bihara Ereban e. Par herî zêde li welatê Çînê cezayê îdamê pêk hat. Di raporê de tê diyarkirin ku piştî Çînê herî zêde li Îranê cezayê îdamê heye û li Erebîstana Siûdî jî herî kêm 82 kes hatin îdamkirin.
Çavdêr didin diyarkirin ku ev cezayê îdamê bi taybet di dema raperînên gel de zêde bûye, desthilatdarên Rojhilata Navîn dixwazin bi cezayên îdamê çavê gel bitirsînin.

LONDON