Serdozgeriya Komarê ya Bursayê miracaeta hevdîtinê ya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cara 765’an red kir.

Ji parêzerên Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Sînan Zîncîr ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê kiribûn. Lê Serdozgeriyê daxwaza parêzeran a hevdîtinê cara 765’an red kir.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû 765 car ku hevdîtina bi Ocalan re bi hincetên cuda tê astengkirin.

 STENBOL