Her wiha, li Efrînê Îro cenazeyê 8 welatiyan dê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan bispêrin axê. 6 welatiyên din cenazeyê wan ji aliyê rêjîma Bass ve bi hinceta ewlekariyê li Nexweşxaneya Zangeha Helebê hatine ragirtin û nadin malbatan.
Malbatek tine bû
Navên hin kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji heman malbatê ne wiha ne: Ehmed Hac Bakîr ê 6 salî, Evîn Hac Bakir a 8 salî- Mistefa Hac Bakîr ê 34 salî- Heyat Hac a 30 salî. Hat diyarkirin ku malbat ji gundê Çeqela Ortene ya Efrînê ne.
Mihemed Dîmo Elebd ê 10 salî- Xelîl Hisên Cimo (1965) ji gundê Kîmar, Celal Mihemed Heftar (1973), Mihemed Dîbo Habo yê bi eslê xwe Ereb e, her wiha 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û di nexweşxaneyê de ji aliyê rêjîma Bass ve hatine ragirtin navê wan ne diyar e.
KNK’ê êrîşa li Helebê şermezar kir
KNK’ê der barê erîşa dawî ya hêzên rejîma Sûriyeyê ku li Helebê de daxuyaniyek da û diyar kir ku careke din da xuya kirin ku di hedefa dagirkerên xaka Kurdistanê de gelê Kurdin. KNK’ê da zanîn ku mînaka herî dawî jî êrîşên hêzên çete û paramilîter yên li Serêkaniyê ne û got: “Lê, baş tê xuya kirin ku di çarçoveya komploya navneteweyî de, êrîşên li dijî gelê Kurd bi dijwarî berdewam dikin. Mînak dawî jî komkujiya li Parîsê ye. Girtina ambulansa Fransa li Serêkaniyê jî, hevkariya Tirkiyê û Fransa jî eşkere dike.”
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Em weke KNK’ê, êrîşa li Helebê Taxa Eşrefiya bi tund şermezar dikin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji bo kesên birîndar jî şîfayê dixwazin.”
HELEB