Hin ji van mijaran dîroka tevgera siyasî ya Kurdî li Rojava, şerê yekemîn yê cîhanê û Ermeniyan, Kurdên Êzîdî û fermanên li dijî wan hatine derxistin û nêrîneke siyasî bi çavên NRLS’ê cihê xwe di kovarê de girtine.

Di kovarê de her wiha bi berfirehî li ser sîstema parastinê ya li Rojava rawestiyaye û ji aliyê nivîskar Ebdullah Sehdûn ve hatiye nivîsandin. Di lêkolînê de tê gotin ku ev sîstema parastinê xwe dispêre fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bingeha avakirina wê vedigere têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Di lêkolînê de balê dikşîne ser hêzên YPG’ê û tê gotin ku yek ji sifatên sereke yên hêzên YPG’ê ew e ku hêzeke parastinê ye û ne ji bo êrîşan hatiye ava kirin. Her wiha bi berfirehî hêzên YPJ’ê û têkoşîna wê di azadiya jinan û civakê de şîrove dike.

Di lêkolînê de her wiha Hêzên Asayîşê, Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Cewherî jî cihê xwe digirin û bi berfirehî misyon û erkên van hêzan tê şîrovekirin.

Nivîskarê lêkolîna sîstema parastinê jêderên xwe ji hevdîtinên gelek fermandarên van hêzan û ajansên nûçeyan yên wekî ANHA û ANF’ê wergirtine.

Hêjayî gotinê ye, kovara Dîrasat Kurdiyê her sê mehan carekê ji aliyê NRLS’ê ve derdikeve. 


 QAMIŞLO