Rojnameya Riya Tezê di  dema Sovyetan de bi piştgirîya dewleta Sovyetê di heftêyê da 2 caran derdiket. Piştî hilweşîna Sovyetê, tevî ku pirsgirêkên aborî rojname weşana xwe domand. Niha rojname bi redaktoriya Tîtalê Kerem mehê careke derdikeve.

Di vê hejmara rojnamê de li gel rewşên siyasî ya Kurdistanê behsa pêşangeha “Kurdistan Wêneyada” tê kirin ku wêneyên wênekêşên ji çar parçê Kurdistanê li Êrîvanê hatibûn nîşandan. Her wiha Mirazê Cemal li ser behsa Profesorê Kurd Nadîr Nadîrova dike ku bi xwe li Kazakîstanê rûdinê û ji bo serdanê hatibû Ermanîstanê gel civatên Kurdî. Mirazê Cemal li gel serphatiya malbata Nadîr Nadirov qala sirgûnkirina Kurdên Kazakîstanê  dike. Her wiha nivîskar Prîskê Mihoyî jî bi boneya 75 saliya helbestvan, nivîskar û wergêrê Kurd Tosinê Reşîd, gotarek derheqa wê de nivisiye. 


 ÊRÎVAN