Kovara ji sê mehan carekê dertê. Kovar di her hejmarê de mijareke ji bo dosyayê digire dest ku di vê hejmara xwe de jî her çend ku wekî dosya nebe jî mijara berxwedana li Kobanê û lêgerîna li azadiyê, civaka ezlaqî û polîtîk zêdetir derdikevin pêş. Di kovara ku ji 80 rûpelan pêk tê de di gelek mijaran de nivîsên ku ew ê bala xwendekaran bikişînin jî cih digirin. 


Nivîsên dewlemend

Di kovarê de Leyla Atabay ji Girtîheha Tîpa M a Bayburtê bi nivîsa xwe ya ‘Mînmîroka Êgîr’, Lokman Înce ji Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê bi helbesta xwe ya bi sernavê ‘Ew ê werin’, Ramazan Îldem ji Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê bi helbesta xwe ya bi sernavê ‘Azadî’, Şefîka Bîlîcî ji Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Jiyanên li ser sînor’ cih girtine. Ji bilî van nivîsan gelek nivîsên bi Tirkî jî di kovarê de hene.


Peydekirina kovarê

Kesên ku bixwazin kovarê bi dest bixin dikarin ji navnîşana Kurt Îsmaîl Paşa 8. Sok. Mem u Zîn Apt. Kat: 2/3 Yenîşehîr Diyarbakir an jî ji ser e-maîla: tuhadfed@gmail.com’ê kovarê bixwazin. 


 SERWÎSA NÛÇEYÊN ÇANDÊ