Hejmara dawî ya Nûbiharê vê carê jî bi nivîs, helbest û wergerên cur bi cur weşiya.
Di vê jimarê de çend nivîsên lêkolînî balê dikşînin. Rohat Alakom di nivîsa xwe de li gor çapemeniya Swêdî, di serhildanên Çiyayê Kozanê de behsa rola Kurdan kiriye. Ahmet Aras nivîsa xwe ya bi navê “Rohnîkirina hinek xalên Serhildana Şêx Seîd” de hinek xalên vê serhildanê, çûyina Îranê û serhildana Agiriyê ronî dike. Aras gelek agahiyên rasterast ji mensûbên malbata Şêx Şeîd Efendî û şahidên bûyeran girtine û bi xwendevanên Nûbiharê re parve kirine. Mehmet Bozkoyun nivîseke hem tarîxî, hem jî rojevî ji Sedat Benek wergerandiye Kurmancî. Ev nivîsa Benek ya balkêş li ser sînorê Suriyê û Tirkiyê ye û behsa trawma ku di hafiza Kurdan de çêkiriye dike. Du heb biyografiyên hêja hene di vê jimarê de. Yek, Murad Celalî li ser Mela Mehmûdê Bazidî agahiyên têr û tije dane. Ya din jî li ser M. Seîd Avci ye; İbrahim Gözeten di nivîsa xwe de behsa xwe û hevalê xwe kiriye.
Ji niha û pêve Berken Bereh edîtoriyê dike
Her wiha Nevzat Eminoğlu jî nivîseke wî wergerandiye Kurmancî. Nivîseke Dimilî heye di vê jimarê de; Roşan Lezgîn behsa rojnameya Dimilî Newepelê kiriye. Hevpeyvîna vê jimarê Çetoyê Zêdo bi nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî yê ku ji Kobanî ye û 50 sal e ji welatê xwe dûr, li Sydney ya Awustiralyayê ye, kiriye. Li gorî agahiya vê hêjmarê hatî dayîn, ji vir pêve editoriya helbestên kovarê wê şair û nivîskar Berken Bereh bike.
AMED