Di êrişê de avahiya Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan hedef hatin girtin. Hejmara birîndaran jî wekî 24 hate diyarkirin. Di nava birîndaran de 3 jin û 4 zarok jî hene. Ji 4 zarokan 2 zarokên malbatên Humsê hatine. Ji bo birîndarên ku li nexweşxaneyên bajar têne dermankirin, ji mizgeftan, radyoya herêmî û bi riya saziyan banga dayîna xwînê hate kirin. Ji welatiyan hate xwestin ku berê xwe bidin nexweşxaneyan û xwîn bidin birîndaran. Li aliyê din birîndarên ku rewşa wan giran in, birin Bakûrê Kurdistanê. 2 kesên li Ruhayê dihatin dermankirin û kesekî li Kobaniyê dihat dermankirin jî jiyana xwe ji dest dan. Bi armanca piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Komeleya Melak ya Sêwî û Astengdaran li bajarê Efrînê kampaniya dana xwînê lidar xist. 20 endamên Komeleyê çûn nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê û 23 tûr xwîn dan. Rayedarên nexweşxaneyê jî spasiya endamên komeleyê kirin.


Asayişa Rojava: ‘Qonaxeke nû ye’
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê der barê êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya Heyva Sor a Kurd a Kobanê ku di encamê 5 jê zaroka bi giştî 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa nemerd a li Kobanê, hêzên Asayîşê li dijî “terror û terorîstan” dixe qonaxeke nû. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên tarî ku Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û Eniya El-Nusra nûnertiya wan dikin, li dijî vîna gelên ku li ser erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê dijîn, êrîşên nemerdî pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên behsa mijarê di 11’ê Mijdarê de li dijî Heyva Sor a Kurd û saziyên sivîl ên nêzî wê êrîşa bombeyî pêk anîne. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û şîfa ji birîndaran re hate xwestin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên Eniya El-Nusra û DAIŞ‘ê yên ku li beranberî berxwedana YPG’ê ya li Rojavayê Girê Spî, rojavayê Serêkaniyê, Til Koçer û Til Elo têk çûne êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd xistine qonaxeke nû û kesên sivîl bi awayekî yekser hedef digirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşa bombeyî ya li Kobanê hêzên Asayîşê xistine qonaxeke nû ya berxwedana li dijî terorê û bang li hemû pêkhatiyên Rojava hate kirin bi haydarî tevbigerin û alîkariya hêzên Asayîşê bikin. Di berdewama daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “Em bang li hemû gelên xwe yên Kurd, Ereb û Suryanî dikin ku di vê demê de şahî, meş û kombûnên xwe paşde bixin û ji bo parastina herêmê alîkariya Asayîşê bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Asayîşê dê ji bo parastina hemû gund û bajarên Rojava li dijî êrîşan tedbîran bigirin û planên ku li dijî îradaya gelê herêmê têne kirin vala derbixin.

KOBANÊ