Li dibistana ku navê wê wekî Dibistana Şehîd Osman hatiye guhertin, destpêkê 100 şagirt hebûn û 15 mamosteyan dersên bi zimanê Kurdî, erebî û ingilîzî dihat dayîn. Her ku vegera welatiyan zêde bû, hejmara şagirtên ku hatine dibistanê jî li gorî wê zêdetir bû. Nexasim di nava 15 rojan de hejmara şagirtin derket 200 kesan. Niha li dibistanê di navbera saet 08.00 û 12.00’an de ji bo şagirtên ji pola yekan heta 8’an perwerde tê dayîn. Ji pola yekê heta 4’an dersên zimanê Kurdî tên dayîn, ji 4’an pê de jî dersên zimanê Kurdî, erebî û ingilîzî tên dayîn.

Mamosteya zimanê Erebî Rêzan Mistefa diyar kir ji ber ku niha zehmetiya peydakirina materyalên dikişînin, pêwistiya wan bi alîkariyê  heye. Mamosteya zimanê Kurdî Necah Mişî jî da zanin ku şagirt pir bi kêfxweşî tên dibistanê û hezkirina wan ji xwendinê re heye. 


 ANHA/KOBANÊ