295 dibistanên kantona Efrînê di 27’ê îlûna 2015’an de deriyê xwe ji şagirtan re vekirin. Di sala borî de 31 hezar şagirtan li van dibistanan dixwendin.

Piştî ku sîstema perwerdehiya civaka demokratîk derbasî dibistanan bû û perwerdeya bi zimanê zikmakî destpê kir, tevî hemû hewldanên reşkirinê yên çapemeniya hin aliyên dijminahiya şoreşa Rojava dikin jî, rêjeya hejmara şagirtên dibistanên seretayî li gorî sala borî ji sedî 10 zêde bûye.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) helwesteke neyînî û li dijî şoreşa Rojava û destkeftiyên wê yên siyasî, leşkerî, çandî, aborî û perwerdehî nîşan da. ENKS’ê bi hincetên bê wate êrîşî sîstema perwerdehiya nû kir û dîsa jî nikaribû ku gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê zikmakî dûr bixe.

Li gorî hejmara fermî ku Desteya Perwerdeyê ya Kantona Efrînê, zêdebûna hejmara şagirtinê dibistanan ber bi çav e û daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî jî zêde bûye. Li gorî Desteyê di sala borî de hejmara şagirtên dibistanên seretayî 31 hezar bûn û îsal jî hejmara van şagirtan derketiye 34 hezar şagirt e.Di destpêka demsala xwendinê Desteya Perwerdeyê ji bo pêşwazîkirina şagirtan amadekariyên xwe di aliyê lojîstîk, pîşeyî û perwerdehiyê de bi dawî kirin. Desteyê hemû dibistan sererastkirin û pêdiviyên wan ên sereke jî hemû peyda kirin. Her wiha cilên taybet bi şagirtan jî bê pere li wan belav kirin û kadroyên pispor ên perwerdehiyê jî amade kirin.Derbarê armanca êrîşên çapemenî yên li dijî sîstema perwerdehiya civaka demokratîk de jî Rêvebera Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk Jîn Bekir got ku mixabin hin partiyên ENKS’ê bazirganiya xwe ya siyasî li ser gelê Kurd û mafên wê yên rewa dikin û bi awayekî eşkere li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikevin û li şûna vê sîstemê perwerdeya sîstema Baas dixwazin.

Bekir di axaftina xwe de wiha got: “Êrîşên li dijî sîstema perwerdehiyê li Rojava û belavkirina derewan, heldaneke ji aliyê dijminên şoreşa Rojava ve ye û bi hemû hêza xwe hewl didin gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê zikmakî bê par bihêlin. Ev hewldanên van aliyan bi saya têkoşîna gel hemû vala hatin derxistin.”


SÊVÎN OSMAN/ANHA/EFRÎN