Weke edîtorên mêvan ên pisporê mijarê jî Bahar Baser, Ann-Catrin Emanuelsson û Mari Toivanen bi vejartina gotarên vê hejrmarê daketine.
Edîtorên hejmarê dibêjin, van salan dawî elaqeyeke zanistî peyde bûye beramberî seferberkirina li diasporayê û rêxistinên transnasyonal ên komên Kurdan ji parçeyên cihê yên Kurdistanê û hin ji wan jî li ser babeta peydebûna diasporaya Kurd nexasim jî li Ewrûpayê rawestiyane. Û ew jî bi vê hejmara Kurdish Studies hewl didin bi meqaleyên ku elaqedar in bi helwêstên diyasporîk ên Kurdên neçarmayî li derveyî Kurdistanê bijîn. Bi vê jî edîtor bi meqaleyeke li ser helwêsteke pirralî ya ber bi diyasporaya Kurd dest bi hejmarê dikin. Francis O´Connor behsa tevlîbûna siyasî ya radîkal û diasporaya Kurd a li nava Tirkiyeyê dike, Vera Eccarius-Kelly behsa muzeya Kurd a xeyalî dike, Lena Askari behsa dîmentomarkirina malbatê û minaqeşe û mizakereya vegera li fikra hereket bereket e. Wekî din Mari Toivanen bi Kendal Nezan re li ser diyasporaya Kurd hevpeyvînek kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN